newroz

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî newroz newroz
Îzafe newroza newrozên
Çemandî newrozê newrozan
Nîşandera çemandî newrozê wan newrozan
Bangkirin newrozê newrozino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî newrozek newrozin
Îzafe newrozeke newrozine
Çemandî newrozekê newrozinan
Agirê newrozê li Kurdistanê. (1)
Gula newrozê anku berfbizêk (3)
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser newroz heye.

newroz

  1. Her sal roja 21 adarê ku wek serê sala nû ya kurdî û arî tê pîrozkirin.
  2. Meha yekem ji salnameya kurdî anku arî anku îranî (ji 21 adarê ta 20î nîsana zayînî).
  3. (kulîlk) berfbizêk, gula Iris persica

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Pîrepend[biguhêre]

  • Newroz xilas bû dew û doz, ne dibe herî ne dibe toz
  • Newroza siltanî, dargopala xwe hilanî bihar û zivistan ji hev deranî
  • Newroza siltanî, landika sava bibe ser xanî, tu êş nagihên laşê xwedanî
  • Newroza siltanî, dargopala xwe hilanî, sala kevn û teze ji hev deranî
  • Newroz ecêb roj
  • Newroz e seyr û nuwaze

Agahdarî[biguhêre]

Agadarî Berê forma serdest di kurmancî de "nevroz" bû, ne "newroz". Ev ne ji bandora tirkî bû (di tirkî de "w" nîne) ji ber ku li deverên kurmancîaxiv yên derveyî Bakurê Kurdistanê jî wisa dihat gotin. Heta di stranên stanbêjên me yên ku kurdiya wan gelek baş bû, wek Eyaz Zaxoyî û Erdewan Zaxoyî de jî, peyv "nevroz" bû, ne "newroz". Lê van salan ji ber tesîra soranî her kes peyvê wek "newroz" dinivîse (di soranî de "v" bi xwemalî nîne).

Du sedemên nivîsîna peyva "nevroz" wek "newroz"ê hene:

  • prestîja zaravaya soranî di nav kurmancan de: forma soranî qaşo "kurdîtir" e
  • nivîsîna peyvê bi yek yan çend herfên ku di zimanê tirkî de nînin (w) daku kurd "baş bidin diyarkirin ku nevroz ya wan e, ne ya tirkan e û heta bi zimanê tirkî ne mimkin e ku were nivîsîn jî".

Herdu sedem jî fehmbar in lê yek jî ne zanistî ye.

Etîmolojî[biguhêre]

Ji zimanên îranî, hevreha soranî نەورۆز(newroz), farisî نوروز(nûrûz), têkilî + roj anku "roja nû".

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Abdurrahman Sharafkandi (Hejar), Henbane Borîne (Kurdish-Kurdish-Persian Dictionary), Soroush Press, 1991, Tehran, p. 715