nîsan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nîsan nîsan
Îzafe nîsana nîsanên
Çemandî nîsanê nîsanan
Nîşandera çemandî nîsanê wan nîsanan
Bangkirin nîsanê nîsanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nîsanek nîsanin
Îzafe nîsaneke nîsanine
Çemandî nîsanekê nîsaninan
Dîmenek ji nîsanê li baxçeyekî.

nîsan

  1. Meha çarem ji salnameya romî.
    Hevmane: avrêl

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Hêstir diwerîn 'ele t-tewalî
    'Eynî te digo di fesl-i nîsan
    Derya rijiya ji 'ewr-i dîsan
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî نيسان(nîsan), ji aramî yan ji îbranî נסן(nisan), ji akadî 𒌗𒁈 (nissani, 1. yekem meha salê, 21.3.-20.4., bide ber kurdî newroz 2. nûber, berhemê yan yekemçandinê), ji sûmerî [skrîpt hewce ye] (nisennu, 1. yekem meha salê [bide ber kurdî "newroz"] 2. nûber, berhemê yan yekemçandinê).

Hevwateya wê "avrêl" ji fransî avril e lê bi texmîna ku ew "kurdîtir" be anku ji "av + rêl" be gelek kes wê tercîh dikin lê ew peyv eslen ne di kurdiya di nav gel de heye û ne jî ji peyvên "av + rêl" hatiye çêkirin.

Piraniya navên mehên din jî ji akadî yan sûmerî hatine: sibat, adar, nîsan, ayar, hezîran, temûz, ab, îlon / eylûl, çirî.

Bide ber[biguhêre]

(Meh bi kurmancî):

Bi zaravayên din[biguhêre]

  • Kurdiya başûrî:
    Kelhûrî: cîznan
  • Soranî: xakelêwe
  • Hewramî: newrûz
  • Lekî: pence

Anagram[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.