çirî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çirî çirî
Îzafe çiriya çiriyên
Çemandî çiriyê çiriyan
Nîşandera çemandî çiriyê wan çiriyan
Bangkirin çiriyê çiriyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çiriyek çiriyin
Îzafe çiriyeke çiriyine
Çemandî çiriyekê çiriyinan

çirî

  1. navê du mehên payizê ye:
    çiriya yekem (meha 10ê)
    çiriya duyem (meha 11ê)

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Herwiha çirîn, hevreha "teşrîn / tişrîn"ê, bi rêya erebî تشرين(tişrîn) û aramî תשרין (tişrîn) yan jî yekser ji îbranî תשרי(tişrî, yekem meha salnameya gelêrî yan jî heftem meha salnameya dînî ya îbrî ye) ji akadî 𒌗𒌆 (tašrītu /teşrîtu/, destpêk, yekem meha salnameya babîlonî) ji te- + şurrû (dest pê kirin). Wek din jî piraniya mehên kurdî bi rêya erebî û/yan aramî ji îbrî ji akadî ne: sibat, adar, nîsan, ayar, xezîran, temûz, ab, îlon, kanûn.

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

çirî , r-ya req

  1. çiriyayî, diriyayî, parçebûyî, parçekirî, hûrbûyî, hûrkirî, peritî

Etîmolojî[biguhêre]

Ji çir + .

Werger[biguhêre]