gozel
Kurmancî[biguhêre]
Rengdêr[biguhêre]
Pozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
gozel | gozeltir | herî gozel gozeltirîn |
gozel
- Hin cûnên kewên bihagiran û hezkirî ne.
- Li cem me jî du cûre kew heye, ji bêşa yekê re dibêjin kewê gozel: ev cûreya han ling û nîkil sor e, û di dora stûyan wan de xelekên sor heye. Ên din re jî dibêjin kewê cûre, ev cûr zêde xelekên sor wan de nîne û kes qîmetê nade van. Dibe ku ev be. — (Jiyan Alpîranî di koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê de, 1/2012)
- (di hin stranën folklorî de) spehî, delal, ciwan, xweşik:
- Gozelê (navê straneke gelêrî ye ku bo nimûne Mihemed Arif Cizîrï gotiye)
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Ji tirkî güzel (“delal, spehî, ciwan, xweşik”) yan hê jî rasttir ji tirkiya kevn gözel yan ji azerî gözəl (ku wek گوزل (gûzel) ketiye farisî jî) ji proto-tirkî *közel. Lê herwiha bide ber îbranî גוזל (gozal: teyrên nû-bi-firrê-ketî, teyrên nû hînî firînê bûne), hevreha aramî (bi metatezê) ܙܘܓܠܐ (zuğella). Herwiha bide ber peyva "nêrî" bi zimanên slavî, bo nimûne rûsî козёл (kozyól), slovakî û slovenî kozel, polonî kozioł. Anku maneya berê dikare "nêr" be, paşî "nêrekew" û taliyê jî "kewên bihagiran" lê ev ihtimal biçûk e.