Ji Wiktionary
navdêr, nêr
- germatî û ronahiya ku peyda dibe dema tiştek dişewite ango disuşe:
Agir tiştek talûke ye.
- kuçk yan argûn yan tebax:
Çayekê dane ser agirî.
- şewat, bûyera şewitîna ango sotina tiştekî:
Tevaya mala wan di agirî de şewitî.
- berdana fîşekan yan topan
- coş, coşdarî, enerjî:
agirê dilê min
Ji peyvek proto-îranî ya ku herwiha serkaniya ater ya avestayî, adir ya zazakî, ayir ya hewramî û اتش (ateş) ya farisî ye.
- proto-aryayî: *ātar- ("agir")
- avestayî: ātarš ("agir")
- pehlewî: ātaxš, azar, adur ("agir")
- farisî: ātaš, azar ("agir")
- kurdî: āgir- ("agir") ...
- zazakî: ādir) alfabeya arî
- sanskrîtî: atharvan ("---")
- latînî: āter ("reş” ji ber şewitîna bi agirî reşbûyî)
[biguherîne] Bi zaravayên kurdî
- hewramî: ayir
- kurmancî: agir
- soranî: agir
- zazakî: adir