sîsspî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

sîsspî

  1. Gelekî pir spî, wek berfê spî
    • Li aliyê din, li nêzî xanî bi xwe, li nav baxçe û nav cinînê, ku bi şitilên xwe ve bi qasî sî hektaran fire bû, li hewayê ne xweş jî hertim xweşik û dilhebîn bû. Sorgul û sosinên ew qas sosret, gulên kamelya, hind laleyên pirr-reng ji yên sîsspî ta yên ripîreş, bi kurtî, ew dewlemendiya gulên li baxçeyê Pesotskiyan, Kovrîn ti caran li ti derek din nedîtibû. — (Novêla Keşîşê Reş, Anton Çexov, Werger: Husein Muhammed, Weşanên Han - 44, Berlîn/Îlon-2010)
    • Zivistana mîrat roj kurt kiribûn... Evareke direng gihiştin nav bajêrkê Elbakê. Befrê, deşta Elbakê sîsspî kiribû. Di tarîgewirka êvarê da ev deşta bilinde şirîn dibiriqî li bin perda spîye befrê... — (Rêvingê Bênav, Rojan H., Kovara Nûdem, Hejmar 10, 1994)

Herwiha[biguhêre]

Dijmane[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji sîs- +‎ spî.

Bide ber[biguhêre]

Werger[biguhêre]