qulix kirin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

qulix kirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: qulix -k-
RP.
Niha
ez qulix dikim
tu qulix dikî
ew qulix dike
em, hûn, ew qulix dikin
Fermanî Yekjimar qulix bike
Pirjimar qulix bikin
Rehê dema borî: qulix -kir-
RP.
Boriya
sade
min qulix kir
te qulix kir
wê/wî qulix kir
me, we, wan qulix kir
Formên din: Tewandin:qulix kirin

qulix kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz

  1. Suxre kirin, xizmet kirin.
    • Dilê padşê ji carîê bûka wî xirav bû. Padşê şande ba Mîrze Memûd: "Mîrze Memûd, gerekê tu carîke xwe bidî min, bira dîwana min da qulix bike". — (Amadekar: Heciyê CindîHikyatêd Cimeata Kurda I (Çîroka Meymûn Xanim û Mîrze Memûd), Stembol, 2015)
    • Go: -Padşa divêje, bira Gulîzerê, Gulperîê bine bê: Gulîzer ji min ra, Gulperî ji wezîr ra, bira Ereb jî bê dîwana me da qulix bike". — (Amadekar: Heciyê CindîHikyatêd Cimeata Kurda I (Çîroka Şaîsmaîl), Stembol, 2015)
    • Te got kîjan pez rastî te bê şerjê ke, ez jî hatim, gişk rastî min hatin, min jî gişk şerjê kir, tiştê dinê, zêde kêm, min çi kirye? - Xulam bi rehetî caba wî dide. Lê ez texmîn dikim, ku tu hêrs dibî? - Wa, ez hêrs nabim, tenê heyfa min tê, ku aqas malê min pûç bû... - Pak, ku hêrs nabî, dîsa ezê qulix kim. — (H. Tûmanyan (wergêr Casimê Celîl), Xweyî û Xulam [arşîv], Wlen, 2012, r. 12)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji qulix + kirin.

Werger[biguhêre]