lefîn

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

lefîn negerguhêz

  1. alizîn, xwe lê alizandin, xwe lê badan:
    Hin giya li dora qurmên hin daran dilefin û hildikişin.
    Min marek dît ku li guliya darek lefiyabû.
    Ben li darê lefiyabû.[1]
    Ev iddiayên vala û bêteşe hê jî herroj tên dikevin nav rêz û safên me li gavên me dilefin.[2]
    Me di jor da şiyandiye aveka pirr ji wan hewrên hevguvaştî, jibo ku em bi wê derxînin ji axê qut û put, hem jî hinek bexçeyê ku darê wan li hev dilefin tû ciyekî namîne rût. (Nebe’, 78/14-16) [3]

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Ne mumkin e meriv her dem zanibe bi wan hemû tiştên ku di nav hişê meriv de diçin û tên. Bi meşê, carinan hin tiştên ku te hay ji wan tuneye di qorziyeke hişê te de digihin hev, li hev dilefin û dikevin pêşiya tiştên ku ji te were tu li ser wan difikirî. Lewma di meşê de tu li ser tiştekî tenê nafikirî, carinan mejiyê te hezar tiştî bi hev re distrê. [4]

Tewîn[biguhêre]

  • -lef-

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Ferhenga Kurdî - Tirkî, Zana Farqînî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1083
  2. Sosyalîzm û Rizgariya Neteweyî, F. Engels, Azadî, Hejmar 1, Tirmeh 1978, r.4
  3. Kürtçe Meal-Tefsir Gelişim Süreci (Kurmancî Örneği), e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, Nisan 2016, Cilt:8, Sayı: 1 (15), s.344
  4. Kovara Kund, Sal 2, Jimar 6, 2019, r.6
  5. Ferhenga Kurdî - Tirkî, Zana Farqînî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl, 2005, r. 1083