kakeyî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kakeyî mê û nêr

  1. mezhebek dînêşibî êzidiyê ye
  2. kesa/ê ji wî dînî
    Em dê vê mehê me 3 kitêbên nû belav bikin; yek jê bi zimanê erebî ye ku li ser Kakeyiyan e. Ên din kurdî ne; ya yekem berhemeke sosyoantropolojîk e li ser guherîna pîşeyê di gundên kurdan de, ya din jî ji stranên folklorîk ên devera Behdînanê pêk tê. Li aliyê din jî wekî cd jî em dê cdya Dengê Hewramanê çap bikin, ku ji stranên folklorîk ên Hewramanê pêk tê. Her wiha em dê albuma Mihemed Arif Cizrawî ku ji çend cdyan pêk tê û cdya Kawîs Axa çap bikin. Wekî din di nav vê mehê de emê kitêba Stranên Folklorîk ên Botanê çap bikin, ku ji 2 cildan pêk tê. Di cilda yekem de 100 stran tevî nota û cdyan awaza wan cih digire. Cilda duyem jî dê di pêş da bê çapkirin. Projeya me ya mezin jî albûma Eyşe Şan e. Di vê albûmê de hemû stranên Eyşe Şanê tevî nota û jiyanameya wê cih digirin. Em aniha mijûlî nivîsandina notayan û sererastkirina kasêt û sêlikan in. Di pêş de jî em dê kitêba stranên devera Diyarbekir û Sêrtê tevî notayên wan çap bikin ku ji du cildan pêk tê.(Mezher Xeliqî di hevpeyivînekê de li gel Cemil Oguz, Diyarname.com, 6/2007)

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Werger[biguhêre]