hevşîp

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
hevşîp hevşîptir herî hevşîp
hevşîptirîn

hevşîp

  1. hevhêl, heval, hevrex, paralel, hevber

Ji wêjeyê[biguhêre]

Ger em piçekî bala xwe bidin taybetiya geometriyê em ê karibin bibêjin; ji du niqteyên hevşîp (hevhêl, hevalî, hevber) rastekek pêk tê, lê ji sê niqteyên nehevşîp jî sêkuj (sêgoşe) û ji gelek niqteyên nehevşîp jî gelek şêwe û dirûv pêk tên. Her wiha pê re jî gelek tebeqeyên lidûhev û liserhev ava dibin. Rojnivîska Spinoza jî, bi temamî bi ziman û tevneke bi vê geometriyê hatiye avakirin û wekî mijara sereke xwezayê Kardoxya û mirovên Kardoxyayê tîne zimên û ji vegotina wê zêdetir, hewl dide ku mijara ku hildaye dest watedartir bike.

(Dilawer Zeraq: Hingura Kardoxyayê, nirxandina romana Şener Özmen "Rojnivîska Spinoza, Amidakurd.com, 1/2009)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji hev- +‎ şîp.

[biguhêre]