hînded

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hînded hînded
Ravek hîndeda hîndedên
Çemandî hîndedê hîndedan
Nîşandera çemandî hîndedê wan hîndedan
Bangkirin hîndedê hîndedino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî hîndedek hîndedin
Îzafe hîndedeke hîndedine
Çemandî hîndedekê hîndedinan

hînded

  1. hawar, îmdad, alîkarî, firya, li hawarê çûn

Herwiha[biguherîne]

Ji wêjeyê[biguherîne]

Kanîkilê li ber beleka
Li min xweş tê dengê van tifeka
Ji mala bavê min kuştine Silêmanê purtû
Dîka li nav ordeka
Weyla nayê nayê
Cizîrê dûr e, Hekarî Xayîn in
Han û hîndeda mala bavê min nayê
Kanîkilê xweş zozan e
Sera deravê berxan e
Binêre afirê miyan e
Te murzaxayê Didêrî, te malika xana xwedê be
Kuştine du hogij û du berane
Kanîkilê kanî zêrê
Serê kaniyê derdibe, ji binya şikêrê
Te murzaxayê Didêrî, maliko xana xwedê be
Çek û silehê wan xweşmêran avêtine gûşiya têrê
Ji mala bavê min kuştine Ferhan û Silê...
Kanîkilê wê li kortê de
Birek xweşmêrê mala bavê min ketin tê de
Ji mala bavê min kuştine birek mêrê ji heyfê re...

(stranek gelêrî, wergirtin: Îsa Gultekîn)