garnîzon

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî garnîzon garnîzon
Îzafe garnîzona garnîzonên
Çemandî garnîzonê garnîzonan
Nîşandera çemandî wê garnîzonê wan garnîzonan
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî garnîzonek garnîzonin
Îzafe garnîzoneke garnîzonine
Çemandî garnîzonekê garnîzoninan

garnîzon

  1. qişle, leşkergeh, leşkerma, eskergeh, ordîgeh,
    koma eskeran, kempa eskeran

Ji wêjeyê[biguherîne]

Profesor Türkan Saylan di beşa duyem a nivîsara xwe ya bi sernavê “Hebûna xwîn û giyanê Tirkiyeyê di Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî de ye” de, dide zanîn ku li Tirkiyeyê, piranîya wan li herêmên kurdan, bi tevayî 301 tene Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî hene. Herwisa, dide zanîn ku, di van xwendegehan de 40 hezarên wan zarokên qîzîn bi tevayî li dora 200 hezar tene zarok dixwînin. Tê dîtin ku Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen di warê asîmilekirina zarokên kurdan de, di warê asîmîlekirina jinên kurdan de ligel dewletê di nav hevkariyê de ye. Ev çalakîyên hanê ligel parêzgaran, ligel qaymeqaman, ligel mudirên asayîşê, ligel garnîzonên leşkerî û jendermeyan, rastîya wê, bi alîkarî û teşwîqa van sazîyan ev karê hanê tê kirin. Lê hîç nehatiye dîtin ku Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen, wekî mînak, ligel komeleyeka mafên mirovan hevkarîyekê kiribe.

(İsmail Beşikçi: Komeleya Piştgiriya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?, wergerrandin: Roşan Lezgîn, Peyamaazadi.com, 3/2008)

Ji[biguherîne]

Ji frensî garnison ji garnir

Werger[biguherîne]