derbest
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Rengdêr
[biguhêre]derbest
- dergirtî, nixamtî
Tiştê ku derê wî hatiye girtin û bestin.- bi wêne û helwest e
xeyal tê de serbest e
tirs ji ber wê bindest e
bê awaz be derbest e — (2002, Ferhadê Içmo, Helbest [arşîv], helbestakurdi.com) - Ey keça ciwan ser renga hinek al,
Der best nînim, rêbarim, derbest nînim, revok nînim
Dizanî şerpeze û derbest yekcar çira min — (1992, Prof. Qanatê Kurdo, Tarixa edebyeta kurdi[1], çapa 2an, r. 317)
- bi wêne û helwest e
- Cidî, muhîm.
- Pêwîst û girînge ku li ser heman astê ciddî û derbest û bi wefadarîya Neteweyî û Niştîmanî, dûr ji torebûn heqaret û kardanên kesokî – şexsî bê bi karanîn. — (2017, Konseya rêveber ya KNK, Hildana Ala Herêma Başûrê Kurdistanê li Kerkûk [arşîv], kongrakurdistan.eu)
- Heke dewlet bi awayekî derbest li Yeşil digere, ew çawa dikare here Başûr li ser navê dewletê ji bo anîna Şemdin Sakik xebatê bike? — (Azadiya Welat, Bêyî çeteyan şerê taybet nameşe [arşîv], 1998, Samî Tan, hj. 122, r. 2)
- Tevî hewara mirovatî yê malbat û xelkê dilsozên din yên li Kurdistan û Îranê, rejîma Îranê bê xem û bê derbest ti cûre bersivek bi banga azadîxwazî, mirovperweriy û aşitîxwazîyê nade. — (2018, KNK: Em xwedî li Penahî derkevin [arşîv], yeniozgurpolitika.com)
- Xeleq.[1]
- Li ber dergehê
Dilê min aza û serbest
Vedwestin
Vane
Ji derbesta mirinê
Bi dizî daketine — (Pênûsa nû, 0mîdên windayî [arşîv], 2014, Boniye Cegerxwin, weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî, hj. 23, r. 23)
- Li ber dergehê
Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
[biguhêre]xeleq (3)
Navdêr
[biguhêre]derbest m
- Guhartoyeke darbest.
- Cenazeyê Akçelîk bi konvoyeke ji sedan wesayîtî, anîn gundê Şahê yê bajaroka Esnedereyê. Piştî nimêja cenaz ya li mizgefta gund, derbest li ser milan heta goristana gund hat hilgiritin. — (2016, Gerilayê HPG’ê Akçelîk ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin [arşîv], anfkurdi.com)
Çavkanî
[biguhêre]- ^ Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007., r. 88.