Here naverokê

cinsiyet

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]

cinsiyet m

  1. (biyolojî) Kategorîkirineke însanan wekî jin û mêr, û ya heywanan wekî û nêr li gorî fêmkirina wan a biyolojîk an kulturî.
    Hevmane: cins, zayend
  2. (rêzimanî) Cudakirineke kelîmeyan wekî nêr, , nêtar û giştî ji bo nîşandana paşgir an jî şiklên wan yên din.
    Hevmane: cins, zayend
    • 1976, N. Zaza, “Zmanê Kurdi”, li ser Rizgarî, hejmar 2, rûpel 85:
      Dı navê hevqedinê yêkanida cınsiyet (mê, nêr) heye.
    • 1996, Mûrad Ciwan, “Çend pirsên rêzimana Kurdî-Il”, li ser Çira, hejmar 6, rûpel 39:
      Artîkel di Kurdî de ew in ku bi gellek rolên xwe navan tarif dikin, fonksîyona bikêrhatinê didin wan, cinsiyet û pirejimarî an yekejimariya wan diyar dikin...
    • 1997, Rojan Hazim, “Krîtîkerî û Etîk”, li ser Nûdem, hejmar 24, rûpel 66:
      Ji xwe bi dehan bêje hene ku cinsîyeta wan Ii goreyî her navçeyê tête guhartin. Bo nimûne; "qelem" li alîyê Diyarbekirê û berîya Mêrdînê bi forma "mê" bi kar têt, belêm li alîyê Hekarîya û Behdîna "nêr" bi kar têt.
    • 2021, Bahadîn Akhan, “Rêzedersên Kurmancî 3 – Navdêr”, li ser Xwebûn[1]:
      Dabeşkirineke din jî li ser zayend, ango cinsiyeta navdêran e.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina cinsiyet
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cinsiyet cinsiyet
Îzafe cinsiyeta cinsiyetên
Çemandî cinsiyetê cinsiyetan
Nîşandera çem. cinsiyetê wan cinsiyetan
Bangkirin cinsiyetê cinsiyetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî cinsiyetek cinsiyetin
Îzafe cinsiyeteke cinsiyetine
Çemandî cinsiyetekê cinsiyetinan

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji erebî جِنْسِيَّة (jinsiyya).

Werger

[biguhêre]

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • Deng (Îzmîr, Tirkiye): guhdar bike(file)
[biguhêre]

cinsiyet

  1. zayend, cinsiyet, seks