açmak
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]açmak
- vekirin
- kapıyı bana açtılar ― derî ji min re vekirin
- vekirin, miçobelo kirin (ji bo vekirina çavan)
- vekirin, hilanîn, rakirin, hildan, pas kirin
- perdeyi aç ― perdeyê hilîne, perdeyê veke
- rakirin, hilanîn (ji bo rakirina astengiyê)
- vekirin (ji bo tiştên ku hatibin pêçandin, bişkokkirin, nixamtin û hwd)
- paketi aç ― pakêtê veke
- başını açtılar ― sere wê vekirin
- vekirin (ji bo qula ku bi qewartin an jî bi kolandinê hatiye çekirin)
- vekirin (ji bo vekirina tiştekî xitimî)
- boruyu açtılar ― borî vekirin
- (dor) vekirin
- anıtın etrafını açmak lazım ― divê dora bîrdarê bê vekirin
- (ji hev) vekirin
- kollarını açtı ― milên xwe ji hev vekirin
- derkirin, qelaştin
- çıbanı açtılar ― kînor qelaştin
- vekirin (ji hev) kirin
- düğümü açmak ― girêk vekirin, girêk ji hev kirin
- vekirin (vekirina saziyekê, dem û dezgehekê)
- okul açtılar ― dibistan vekirin
- vekirin (ji bo cîhazan)
- radyoyu aç biraz türkü dinleyelim ― radyoyê veke em hinek li stranan guhdarî bikin
- vekirin (ji bo dest bi kirin û firotinê kirin)
- tütün piyasasını açtılar ― piyaseya titûnö vekirin
- vekirin (ji bo reng)
- bu boyanın rengini biraz aç ― rengê vê boyax hinek veke
- vekirin, pê ketin, lê hatin
- bu reng odayı açtı ― vî rengi ode vekir, ev reng bi odeyê ket, ev reng li odeyê hat
Lêker
[biguhêre]açmak