Gotûbêj:taledirêj

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Çavkaniya peyvê[biguhêre]

@Irecmehrbexs: Merheba hevalê hêja. Gelo ji bo vê peyvê û peyvên din ên ku te îro çêkir, çavkanî (kitêb, kovar, rojname, malper) hene di destê te de? Ger çavkaniyên wê hebin dikarî diyar bikî xêra xwe. Madeyên bê çavkanî têne jêbirin. Spas ji bo alîkariyên te. -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:41, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Merheba. Çavkanî zimanê axaftinê li Ûrmiyê ye. Hekî bên jêbirin em jî zêde nakin. Lê ev cih tekane cih e ku ez dikarim van peyvan ji mirinê rizgar bikim. -- Ev peyama bêîmze ya Irecmehrbexs (gotûbêjbeşdarî) e.
@Irecmehrbexs û Bikarhêner: Birano, ji kerema xwe re ji bo peyvên bêçavkanî yên herêmî şablona {{dever}} bi kar bînin. Bi ya min jî heke ev şablon hatiye danîn em van rûpelan jê nebin. --Balyozxane (gotûbêj) 16:43, 16 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]