Gotûbêj:erebîbazar

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Mane û cureya peyvê[biguhêre]

@Rewiye tine û Bikarhêner: Wate bi awayekî ferhengî nehatibû nivîsin. Min çi fêm kir nivîsî, bi ya we çêbû an em biguherin? --Balyozxane (gotûbêj) 22:09, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]

Herwiha ez dibêm ew peyv wek navdêrekî nehatiye bikaranîn. Em rengdêr bikin?--Balyozxane (gotûbêj) 22:11, 31 tîrmeh 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane û Rewiye tine: Te maneyê baş îzah kiriye. Bila wisa be. Ji bo navdêr rengdêriyê jî vê bêjim ku her du mînakên serî navdêr in, lê nimûneya sêyem ya Xwebûnê ne navdêr e, hoker e. Ji ber ku awayê lêkerê nîşan dide. "Em bi çavê “xurde”yan li bêjeyên zimanê xwe dinêrin ku gişî bi erebîbazar bifiroşin etaran.". Pirs ev e: "Çawa bifiroşin". Cewab: "Bi erebîbazar bifiroşin". Lewma li vir wek hoker derbas bûye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:19, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine û Balyozxane: Bîstek difikirim. Minakek rengdêr nayê bîra min. Li gor min wek navder xuya dike. mînak: - Em çawa bazarê bikin? - Bazara me erebîbazar e. Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.
@Rewiye tine û Bikarhêner: Bazara me erebîbazar e. li vir peyv dibe rengdêr. Bikarhêner erê mînaka xwebûn hoker e, lê yek û didu rengdêr in. --Balyozxane (gotûbêj) 21:42, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Rewiye tine û Balyozxane: Bira ez jêgirtinên yekem û duyem wek navdêr dibînim. Lê ji xeynî van wekî ku te got bi ihtimaleke zêdetir dibe ku awayê rengdêrî berbelavtir be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:07, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Hingê temam. --Balyozxane (gotûbêj) 22:08, 1 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]