Gotûbêj:derewker

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Alfabeya erebî di beşa Bilêvkirinê de[biguhêre]

Silav @Ferhengvan. Bi ya min alfabeya erebî di beşa Bilêvkirinê de zêde bi kêr nayê. Şûnda wê ger şablona {{bilêv}} bi kar bînî, hem ji bo bikaranînê hem jî ji bo kategorîkirinê baştir dibe bi min. Balyozxane (gotûbêj) 12:45, 21 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Balyozxane. Alfabeya kurdî-latînî di hin rewşan de bo temsîlkirina dengên kurdî çêtir e (bo nimûne hebûna herfa "i"). Lê di hin rewşên din de jî alfabeya kurdî-erebî çêtir dengên kurdî temsîl dike, bo nimûne hebûna du H (heval/heft), du R (ser/şer)... Ji ber ku alfabeya kurdî-erebî ji gelek bikarîneran re ji IPA nastir e, ez wê jî li beşa bilêvkirinê zêde dikim daku bi hêsanî were fehmkirin ku mebest ji kîjan dengan e. Eger hin delîlên xurt hebin ku ev yek bi awayekî ziyanê digihîne ferhengê, dikarim wisa nekim. --Ferhengvan (gotûbêj) 20:35, 21 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Ez te fêm dikim. Ji bo nîşandana dengên ku divê ji hev werin cudakirin em şablona {{bilêv}} bi kar tînin.
{{bilêv|<tîp: ç,k,l,p,r,t,z>|<nerm, req, qelew, zirav, stûr>|<şûnda tîpê di nav peyvê de>}}
Dema tu tenê ya erebî dinivîsî gelek biçûk dixuye. Divê nav şablona {{ku-ar}} de bi kar bînî.
Dibînî çiqas zor peyva erebî tê xwendin dema şablon nayê bikaranîn? Loma ew ziyanekî mezin e.
Herwiha jixwe em di beşa Bi alfabeyên din de ev agahî didin. Çi mane heye ku cara din bi awayekî xirab em li beşa Bilêvkirinê zêde bikin? Loma ji te tika dikim di beşa Bilêvkirinê de peyva erebî nenivîse. Ji bo wê, Beşa Bi alfabeyên din bi kar bîne. Ji bo nîşandana herfên cuda jî şablona {{bilêv}} bi kar bîne da ku em karibin rûpela Pêvek:Bilêvkirin zengîntir bikin. Balyozxane (gotûbêj) 11:05, 24 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba, dikarim ji niha pêve li beşa "Bilêvkirin" de wek ku tu dixwazînî binivîsî. Di beşa "Bi alfabeyên din de" peyv li gor rastnivîsîna (ortografî) alfabeya kurdî-erebî tê nivîsîn. Ew ji dengnasiya (fonetîk) kurdî-erebî cuda ye. Bo nimûne peyva "teng" (dijwateya "fireh") li gor ortografiyê تەنگ e lê li gor fonetîkê طەنگ e.--Ferhengvan (gotûbêj) 13:10, 24 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]
Belê ji bo wan wisa bikî baş e. Lê qet nebe şablona {{ku-Arab}} --> طەنگ bi kar bîne ji bo ku nivîs xweş xuya bike. Gelek spas! Balyozxane (gotûbêj) 13:55, 24 çiriya paşîn 2023 (UTC)[bersiv bide]