Gotûbêj:cir cir
Maneya peyvê[biguhêre]
bnr. fermuar (fermar, circirk)?--Ghybu (gotûbêj) 22:35, 31 gulan 2020 (UTC)
- @Ghybu: Merheba, belê li ba me jî peyva "circir" / "circirk" bi maneya "fermuar"ê tê bikaranîn. Lê ev made, wek dengekê hatiye qeydkirin, û mîna "circirk"ê ne bi hev ve ye jî. Ji xeynî wê kategoriya "Dengên siriştî (kurdî)" yê tevlîkirî jî nîşanî me dide ku xwestine wek dengekê qeyd bikin. Ji xeynî vê madeyê çend madeyên dinn jî hene di wê kategoriyê de ku wek "dengê ..." hatine qeydkirin, lê maneya peyvê tam nehatiye îzahkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:08, 1 hezîran 2020 (UTC)
- @Ghybu û Bikarhêner: Merheba, em reşwî jî vê ra dibêjin circir, û nêr e jî; bi şiklê circir kirin jî tê bikaranîn, meselen: Ceketê xwe circir ke. Yanî Circirê ceketê xwe heta dêv bikişîne. :) --Hakîmo (gotûbêj) 16:41, 1 hezîran 2020 (UTC)