Gotûbêj:Gilavêja

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Formên navdêran ên xeletçêkirî[biguhêre]

@Şêr, Ghybu, Balyozxane, û Mohajeer: Merheba hevalino. Ji bo serenavan formên navdêran ên wek vê lazim e? An vê û formên din ên serenavan jê bibin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:45, 11 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Herwiha tişteke din jî heye ku dixwazim bipirsim. Li vir peyvên ku bi botê hatine çêkirin hene, lê di wan de çend çewtî hebûn. Wek vê: hin peyv wek lêker hatine çêkirin, lê wekî navdêran formên wan jî hatine çêkirin. Nimûneten peyva "gijgijî bûn" hebû (min berî vêga vê peyvê û formên wê sererast kir, lê ji bo yên nesererastkirî dibêjim), û wekî ku ev peyv navdêrek be formên wê jî wek "gijgijî bûna", "gijgijî bûnên", "gijgijî bûnek", "gijgijî bûneke", "gijgijî bûnekê", "gijgijî bûnin", "gijgijî bûnan" hatibûn çêkirin. Ji bo sererastkirina vê min forma navdêrê yê lêkera "gijgijî bûn"ê wek "gijgijîbûn" çêkir û min naveroka hemû formên navdêrî yê lêkera "gijgijî bûn"ê sererast kir, û navên formên lêkerê guherand (mîsalen min "gijgijî bûna" kir "gijgijîbûna"). Ji bo çend lêkerên din jî min vê sererastkirinê pêk anî, lê hinekî dirêj didome, û çend hebên din jî hene mîna vê. Hûn dikarin vanên çewtçêkirî bi vî awayî peyda bikin: Di rûpela Bikarhêner:Şêr/Formên navdêran de bi CRTL + F-ê li peyva " bûna" (di serî de navberek jî heye), û li peyva " kirina" bigerin, bi vî awayî hûn ê karibin çend lêkerên çewtçekirî peyda bikin, lê ji xeynî wan jî yên bixeta hene. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:45, 11 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Şêr, Ghybu, Bikarhêner, û Mohajeer: Gelo Şêr nikare bi alîkariya botê wan rûpelan jêbibe/sererast bike? Ez hinek xebitîm lê gelek ji wan hene. :/ --Balyozxane (gotûbêj) 15:29, 11 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]