Gotûbêj:جعل
Silav Ferhengvan, li ser wîkîferhengê (te jî dîtiye) wateyên peyvên erebî bi tîpên erebî jî hatine dayîn... Mixabin gotar bi vî awayî nayên xwandin, nayên sererastkirin û fam kirin.
Tu jî dizanî, li ser Wîkîferhengê wateyên gotaran tenê bi kurmancî tên nivîsandin û standarda kurmancî jî alfabeya latînî ye. Ji ber vê yekê, bi min, em hemû nivîsên erebi di nav gotaran de rakinê. Nizanim tu çi dibêjî?--Ghybu (gotûbêj) 17:01, 14 çiriya paşîn 2019 (UTC)
- PS: Herwiha peyvên erebî di nav gotarê de bê dengdêr hatine nivîsandin... Ew jî pirsgirêkek din e.--Ghybu (gotûbêj) 17:10, 14 çiriya paşîn 2019 (UTC)
- Silav Ghybu, ew peyv yekser ji ferhengekê hatine neqilkirin loma wergerên kurmancî hem bi alfabeya kurdî-latînî û hem jî kurdî-erebî hatine dan. Bi min ew ne pirsgirêk e.
- Pirsgirêka ji wê gelek mezintir ew e ku navdêrên erebî hemû bi forma diyar/binavkirî (definite) ya el- (-ال) hatine dayîn, her wek ku mirov rûpelên peyvên inglîzî hemûyan bi "the" binivîse wek "the apple, the book, the dictionary... Ev pirsgirêk divê pêşî were çarekirin.
- Pirsgirêka zêdekirina hereketan (vokalan) mirov dikare hêdî-hêdî gotar bi gotar hel bike.
- Silavên germ --Ferhengvan (gotûbêj) 20:17, 14 çiriya paşîn 2019 (UTC)