Gotûbêj:îslamolojî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Jêbirina "îslamnasî"[biguhêre]

Silav Balyozxane Jêbirina "îslamnasî" hinekî neheqî ye. Tu bi xwe jî dibînî ku ew peyv heye û tê bikaranîn [[1]] Heta nivîsareke bi wî navî di Wîkîpediyayê de jî heye [[2]]. Te bi xwe jî hin caran ew guherandiye anku haya te ji hebûna wê heye. Li wir te ew jê nebiriye lê ji vir te ew rakiriye. Ferhengvan (gotûbêj) 04:58, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ferhengvan Ji xeynî Wîkîpediyayê hema bêje qet nayê bikaranîn. Tenê carek yan du caran hatiye bikaranîn. Divê sê çavkanî hebin. Wîkîpediya wek çavkanî nayê hesibandin. Gelek gotinên sexte tê de tê bikaranîn. Kurdên li wir dinivîsin bi gelemperî peyvên çêkirî yên ku li cem xelkê nayên bikaranîn bi kar tînin: nimûne w:Destbend. Mixabin kurdî ketiye rewşeke wisa ku gel êdî ti tişt jê fêm nake. Divê her tim li ferhengan binêerin da ku nivîseke kurt bixwînin. Balyozxane (gotûbêj) 11:22, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba @Balyozxane: Li gor wê mentiqê be, divê em peyva "îslamolojî" jî li vir nenivîsin ji ber ku ew jî pir kêm di nivîsên kurdî de hatiye bikaranîn. Wê demê em ê bi çi awayî behsa vê mijarê (yan mijarên wek wan) bikin? "Îslamnasî" 100 % li gor peyvsaziya kurdî ye, di hin berheman de heye, ji bilî nivîsên kurmancî, di gelek nivîsên soranî de jî tê dîtin [[3]]. Ez fehm dikim ku mirov dikare notekê li ber deyne ku çavkaniyên zêdetir hewce ne (yan "nadir" yan "neolojîzm") lê wijdana min qebûl nake ku mirov yekser rabe wê ji ferhengê biavêje. Bi silavên birayane re!--Ferhengvan (gotûbêj) 11:33, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Jixwe divê em peyva "îslamolojî" jî nenivîsin ger 3 çavkanî tinebin! Lê qasî ku dibînim meriv dikare 3 çavkanî ji bo wê bibîne loma ne pirsgirêk e lê belê peyvên wekî "herpetolojî" bêçavkanî ne loma divê werin jêbirin. Karê me li vir ne çêkirina zimanê kurdî ye. Divê em zimanê heyî bixin ferhengê tenê zimanê heyî. Em ê li hêviya xelkê bin ka binêrin gelo xelk herpetolojî diemilîne yan marnasî dûre li gorî çavkaniyan em rûpela wê çêkin. Soranî û kurmancî ji hev cuda ne. Loma çavkaniyên yekî nikare bibe çavkanî ji bo ya din. Kurdî ketiye rewşeke wisa ku êdî xelk ti tişt jê fêm nake. Divê her tim bikevin ferhengan û peyvan lê bigerin da ku tiştek ji nivîseke kurt fêm bikin. Herwiha ji ber ku gelek ferhengdanêr (Zana Farqînî tê de) peyvên çêkirî xistine ferhengên xwe, ev rewş derketiye holê. Ji kerema xwe re ji bîr neke, ferheng ne cihê çêkirina peyvan li gorî peyvsaziyê ye! Ferheng tenê peyvên ku xelk bi kar tîne qebûl dike. Balyozxane (gotûbêj) 11:49, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ti zimanek bi ferhengan ava nabe û bi ferhengan wêran jî nabe. Ferheng bo fehmkirina peyvan e. çavkaniyên hin peyvan baş peyda nabin ji ber ku li ser hin mijaran hê kêm bi kurdî hatiye nivîsîn. Lê madem ku peyvek di berhemeke kurdî de hebe, li gor peyvsaziya kurdî rast be yan jî bi zimanên din jî hebe, ez fehm nakim çima ew di ferhengê de cih negirin. Bo nimûne, çima peyva "herpetolojî" were jêbirin? Ferhengvan (gotûbêj) 12:07, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Qaîdeyên Wîkîferhengê dibêje ji bo ku peyvek were li vir qeydkirin divê 3 çavkanî hebin. Nabêje di berhemeke kurdî de hebe û li gor peyvsaziyê rast be. Loma divê herpetolojî were jêbirin. Her peyva ku di berhemekê de hatibe bikaranîn û li gor peyvsaziyê rast e nayê vê maneyê ku ev peyv di kurdî de bi rastî tê bikaranîn. Niha em nizanin gelo kurd ji bo herpetolojî dibêjin herpetolojî yan jî xişok/marnasî. Heta ku 3 berheman de em vê peyvê nabînin em nikarin bibêjin ev peyveke kurdî ye. Ger tu dixwazî qaîdeyên wîkiyê biguherînî vê demê va ye cihê dengdanê: WF:Dengdan. Bila qaîdeyekê ji me re binivîse, em jî hemû peyvên sixte yên Sadallah, Farqînî û yên te têxin Wîkîferhengê û wek peyveke rast a kurdî bidin pêşkêşkirin da ku ti kes nizanibe ka ev peyv rast e yan na. Heta ku qaîdeyên me neguherin, ji kerema xwe re rêz ji wan bigre. Balyozxane (gotûbêj) 12:25, 20 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]