sîrim

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Sîrim (2)

sîrim zayend pêwîst e (z=m: mê, z=n: nêr, z=mn: mê û nêr, z=nt: nêtar)

  1. Çend cûnek kuvarik in û jê gelek teşe hene, hinek ji wan jehrawî ne.
  2. Navê cureyeke Sîra xwezahî ye ku bi pirranî ji bo têxistina nav penêr dihê bikaranîn.

Etîmolojî[biguhêre]

Dibe ku ji îraniya navîn wek nimûne pehlewî û pehlewanî "sprehm" ku maneya giyayên pîroz ên bijîşkiyê dida. Heke wisa bibe, hevrreha farisî اسپرم‎(isprem), soxdî [skrîpt hewce ye] (spʾrγmy /spereγmê/) û di navê "Zasprem, Zadisprehm"(Zasîrim, ji sîrimê zayî) ê di serdema navîn de hatiye qeydkirin lê axirî nayê zanîn. Aşkira ye ku têkildarî peyva sîr, her ku jixwe li hin deveran bi wateya "sîra biyanî" jî tê xebitandin, lê kaniya peyva sîr jî ne diyar e. sprehm > *siprem/*spirem > (p û r nikare bê cem hev ji ber dengnasiya kurdî û -ehm- nabe -av çimkî -spr- nahêle û lewma dibe ku dawiyê p ketibe mînanî di peyva se de) *sirem > sîrim. Bo dirêjbûna i>î beriya r'ê di zimanên kurdî de binêrre dimilkî hirê>hîrê, xred>xîret. Soranî ئەسپەرەم(esperem) ji forma farisî farisî اسپرم(isprem) e û wateya rihanê dide; wê wateyê ji farisî شاهسپرم‎ girtiye. Bo zêdetir agahî binêrre sîr.

Navê zanistî[biguhêre]

Werger[biguhêre]