rewal

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
rewal rewaltir herî rewal
rewaltirîn

rewal

  1. ciwan, genc, xort, tolaz, law,
    kesa/ê ku êdî ne zarok e lê hê nebûye jin yan zelam

Ev Peyv gelek caran di Memozîna Xanî de hatiye tekrar kirin, bo nimûne ev beyt:

El-qisse ji husnê wan xezalan >< Rehmek kete qelbê wan rewalan

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Binêre herwiha[biguhêre]

Ji wêjeyê[biguhêre]

Rewaltî giringtirîn qûnaxên temene di jiyana mirov de, qûnaxa ku dikeve di navbera qûnaxa zaroktî û ciwaniyê de, ew salên ku bi dûv zaroktiya derengî têt. Ji sala duwazdeha de despêdike, û di sala bîst û yekê an bîst û dudwan de kuta dibe, ev jî ligorî ku li ser hatiye lihevkirin ji layê pirrtirîn lêkolîner yên di warê zanînên derûnî, perwerdeyî û komelayetî de dixebitin. Lê belku di bin bandora keş (avûba) û hokarên xweristî û xaknîgarî yan ligorî werara نمو kes ji hêla tenduristî ve, dê salekê li pêş yan li paş be. Û gava rewaltî destpêdike, zarok di jiyanê de xwe li pêş qûnaxek nû dibîne ku tucaran bi tiştekî ji xurdeyên wê hest nekiriye, digel guhertinên bahozî û dijwar ku dibin xalek despêkî xweş xuya di rewşa wî de.

(Mehmûd Badilî: Rewaltî - kêşeyên qûnaxê û şêwaziyên danûstandinê pê re, Efrin.net, 2/2010)

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]