miz

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr 1[biguhêre]

miz nêr

  1. Tiştê qanûnên dewletekê yan jî rêbazên navneteweyî didin ku bêt kirin.
    Hevmane: maf
  2. Nirx, biha, qîmet, giranî.
  3. Pareyê kesekî maf heye wergire, ji ber ku xizmetek ji kesekî re kiriye.
    Hevmane: destheq, meaş

Bikaranîn[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha farisî مزد‎ (mozd), pehlewî 𐫖𐫏𐫉𐫅‎ (mizd), partî 𐫖𐫇𐫋𐫅‎ (mujd), avestayî 𐬨𐬍𐬲𐬛𐬀‎ (mîjde), osetî мызд (myzd)... sanskrîtî मीढ (mīḍhá)... bulgarî мъзда́ (mǎzdá), rusî мзда (mzda)... yûnanî μισθός (misthós)... gotî 𐌼𐌹𐌶𐌳𐍉 (mizdō), îngilîzî meed, holendî miede, almanî Miete... ji proto-hindûewropî *misdʰós ji *mey-s- (veguhastin) + *dʰeh₁- (dan, dayîn).

Hêjayî gotinê ye ku مووچه‌(mûçe) ya soranî ne ji eynî rehî ye lê ji مواجب(muwacib) e.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

miz

  1. meyxweş, tirşeşîrîn, tişta/ê ku hem tirş e û hem jî şîrîn e
    Pirteqal û kîwî miz in.

Bide ber[biguhêre]

Bikaranîn[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Hevreha farisî مزه‎ (mezê), pehlewî mizeg, ji zimanên îranî. Heman peyv wek meze (xwarinên biçûk) ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên ewropî jî.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Navdêr 2[biguhêre]

miz

  1. Guhartoyeke mêze.