xozneber

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî xozneber xozneber xozneber
Îzafe xoznebera xozneberê xozneberên
Çemandî xozneberê xozneberî xozneberan
Nîşandera çemandî xozneberê xozneberî wan xozneberan
Bangkirin xozneberê xoznebero xozneberino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî xozneberek xozneberek xozneberin
Îzafe xoznebereke xozneberekî xozneberine
Çemandî xozneberekê xozneberekî xozneberinan

xozneber mê û nêr

  1. Kesa/ê noqî avê dibe (bi taybetî ji bo xilaskirina kesekî).
    • Mûsa pêxember diçe ber wê berê. Cem wî kevirî xozneber hebûne berê, xoznebera dike avê kevira derdixe. — (Heciyê CindîHikyatêd Cimeta Kurda (Kitêba VI) [arşîv], Weşana Asoxîk, 2005, r. 138)
    • Ji Fermandariya Hêzên Behrê komeke xozneber bi armanca ku tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirina bûyera binavbûna ferîbotê bibin, çû Mûsilê. — (Abdullah Tel, Ji Tirkiyeyê bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li Mûsilê piştevanî [arşîv], aa.com.tr/kk2019)
    • Paleya sibê zû taştêya xwe li ber serê zeviyê dikir, navroja nîvro ji malê dihat, kevaniya malê dema savarê nîska di dizê de ser agirê kuçik diximximand, hilm û gulma savar bêhna rûnê nivîşk dûrîva diavête ser çavê meriva, rûnê wê jî hinekî serdeste lê dikir tevî avdewa bi ava kaniyên nava mêrgan de te dixwest tu mîna xozneberekî noqî binê gola rûnê dîzê bibî. — (Yûcel Aslan, Gayê Kama û Kalmasta Bêdera / Yûcel Aslan [arşîv], bernamegeh.org10.04.2021)

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  • Qanetê KurdoFerhenga kurdî-rûsî, NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVE О YÊ SOVÊTÎSTANÊ, Moskva, 1960, r. 375