posat

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî posat posat
Îzafe posata posatên
Çemandî posatê posatan
Nîşandera çemandî wê posatê wan posatan
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî posatek posatin
Îzafe posateke posatine
Çemandî posatekê posatinan

posat

  1. fîşek, cebilxane, pos, gulle, berikên sîlehan

Ji wêjeyê[biguherîne]

-Hikûmeta Tirk ji mêj ve şivîşkan ji me dike. Heya em bikarin bê tirs bixebitin û xebata xwe ji çavên neyar veşêrin, divê ji rûve em xwe ji aliyê hikûmetê bidin xuya kirin. Min divê çend têlgirafan bidim Anqerê ku: “Leşkerê Şêx Seîd nîzîkî me dibe, ji bo em bikarin xwe li pêş wî bigirin û nehêlin şûreş bigehê erdê me, em hêvî dikin ji bo çê kirina alayiyên milîsan di nava welêt de desturê bidin”. Ji ber ku leşkerê wan hindike wê destûra me bidin. Hîngê em dê bikarin bê tirs peyayên xwe di qezayên Kexte û Pêtirgeyê de bicivînin. Heye ku hikûmet him çek û posat jî bide me. çi gava Şêx Seîd Sêwerek sitand, em jî dê rabin. Ez bawerim ku holê em bikarin bi kêrî xwe û welêt bûn û ji bin destê Tirkan derkevin. (Bîranînên Osman Sebrî (1905 – 1993), birrê yekê, "Şoreş", komkirin û aadekirina Dilawer Zengî, Tirej.name, jêwergirtin 10/2011)

Werger[biguherîne]