nemaze
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: ne·ma·ze
Hoker
[biguhêre]nemaze
- bi taybetî, xasme, xasen, xaseten, (ew) ji hemiyan zêdetir
- Hevmane: nexasim
- Nemaze divê nivîskarên kurdî berhemên kurdî bixwînin.
(Divê her kurd bi kurdî bixwîne lê ji hemiyan zêdetir divê nivîskar bixwînin.)
- 2002, Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel, rûpel 9:
- Ya ev resim û wêne? Nemaze ev resimên ko şahidê jiyaneke dirêj û qedereke balkêş in?
- 2001, Osman Sebrî: Mirdêsan û Gawestiyên wan Bîrnebûn, Hj. 13, r.15:
- ...nemaze ez bi xwe ji Gawestîyayên wê eşirê me...
- 1992, Prof. Qanatê Kurdo: Tarixa edebyeta kurdi Öz-ge Yayınları, r.168:
- Lê bûyerên van salên paşinî nemaze îsal, pêlên nokerî, keysebazî û nandozîyê ku di nav gelê me ê rebenda bi awakî xurt û kirêt rabûn...
Etîmolojî
[biguhêre]
Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.