dimbilik

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

dimbilik

  1. navê sazek e. ew saz ji postê bizinan yan mîyan û qafikeka wek cerek tê çêkirin. alîyekî wê qafikê dişibe nîveka cerek, alîyê wê yê dî jî dişibe devê cerek û ew alîyê wê yanî devê wê, vekirî ye. parçeyeka postê hişkkirî yê bizinek yan mîyek, li ser alîyê wê yê fire tê danîn û kenarên wî postî li kenarên qafikê tên qelibandin û bi benek tên girêdan. dema bi destan li wî postî tê dayin, dengekî wek dengê dawileka biçûk jê derdikeve. dimbilik, bi piranî digel bilûran yan digel sazên têlkirî yên wek kemanan û tenbûran tê lêdan û bi wî awayî, dengên wan têkilhev dibin. pehlewî: "dumbeleg"