Pêvek:Rastnivîsî/Lêker/Dema bê

Ji Wîkîferhengê
Lêker: Dema nihaDema bêDema borî ya sade
Lêker peyvên kirinê yan bûnê ne.

Lêker 2: Dema bê[biguhêre]

"Dema bê" (future tense) ji me re diyar dike ka paşî çi ê bibe yan bê kirin yan jî nebe yan neyê kirin.

Dema bê bi peyvika "ê"[1] + pêşqertafa bi- + rehê lêkerê + paşqertafa kesandinê tê çêkirin:

  • ez ê bi-k-im, tu ê bi-bêj-î, ew ê bi-ç-e, em ê bi-ajo-n, hûn ê bi-kirr-in, ew ê bi-stîn-in.[2]

Peyvika "ê" divê ku ji cînav yan navdêrê kirde cuda were nivîsîn:

  • ez ê bikim (ne *ezê bikim)
  • Hesen ê pirtûkekê bixwîne. (ne *Hesenê pirtûkekê bixwîn) [3]

Paşqertafên kesandinê wek yên dema niha ne. Pêşqertafa "bi-" jî wek "di-" ya dema niha dixebite. Lê pêşqertafa neyîniyê ne "na-" lê "ne-" ye:

  • ez ê nekim, tu ê neşoyî, ew ê neçe, em ê neajon, hûn ê ne-enirrin, ew ê neînin. [4]

Li gel lêkerên hevdanî/hevedudanî yên bi pêşqertafa "ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, tê-, ve-, vê-, wer-" pêşqertafa "-bi-" ne pêwîst e:

  • Ez ê ra-k-im. (ne *ez ê ra-bi-k-im)
  • Tu ê avê da-gir-î? (ne *da-bi-gir-î?)
  • Ew ê çêke (ne *çêbike)

Lê eger lêker ji çend peyvan pêk hatibe, "bi-" dikeve destpêka lêkera xwerû:

  • tu ê dest pê bi ("tu ê dest pê kî" devkî ye)

Lê paşqertafa neyîniyê di wê rewşê de jî zerûrî ye:

  • Ez ê ra-ne-k-im.
  • Tu ê avê da-ne-gir-î?

Hêjayî gotinê ye ku "ê" herdem li pey kirdeyê tê eger di navbera wê lêkerê de hin birrên peyvên din jî hebin:

  • Ez ê sibê li wê derê amade bim. [5]

Têbînî[biguhêre]

[1] [2] [3] [4] [5]

  1. a b Di hin devokan de "dê", "wê" yan "yê" ye lê di axivînê de herî zêde "ê" tê bikaranîn. Di wan devokan de jî, yên ku "dê", "wê" yan "yê" bi kar tînin jî, dîsa li gelek cihan forma "ê" ya kurt tê xebitandin. Herwiha "ê" di hemû devokan de para hevbeş ya di wê peyvikê de ye. Loma maqûl e ku herdem forma kurtkirî "ê" were xebitandin.
  2. a b Di hin devokan de pêşqertafa "bi-" nîne. Bi taybetî di devoka behdînî de wiha ye: "ez ê kim, tu ê xwî, em ê kirrin."
  3. a b Cudakirina "ê" ji kirdeyê giring e daku ew li gel "Hesenê bixwîne..." ya bi maneya "Hesenê ku bixwîne..." re neyê tevlihevkirin.
  4. a b Di hin devokan de û bi devkî forma neyînî ya dema bê nayê bikaranîn. Li cihê wê jî forma neyînî ya dema niha tê xebitandin.
  5. a b Ne *"Ez sibê ê li wê derê amade bim." yan "*Ez sibê li wê derê ê amade bim." Yan *"Ez sibê li wê derê amade ê bim."