Pêvek:Rastnivîsî/Lêker/Dema niha

Ji Wîkîferhengê
Lêker: Dema nihaDema bêDema borî ya sade
Lêker peyvên kirinê yan bûnê ne.

Lêker 1: Dema niha[biguhêre]

Binêre jî: Pêvek:Lêker (rehê dema niha)

Lêker (verb, fiil) ew peyv in ku kirinê yan bûnê diyar dikin: hatin, diçim, (baran) nabare, bixwin hin nimûneyên ji lêkeran in. Mijara me ya vê carê diyarkirina dema niha di lêkeran de ye. Bi forma dema niha em dikarin bizanin ka niha yan bi giştî çi dibe yan tê kirin yan jî nabe yan nayê kirin.

Pêşgira erêniyê[biguhêre]

Pêşpirtika erênî ya dema niha ya lêkerê "di-" ye: Ez dikim, tu diçî, ew diajo, em dizanin, hûn dixwin, ew dikenin.

Di hin devokan de "di-" nakeve pêşiya lêkera "zanîn" û ya "karîn/kanîn": Ez zanim, tu karî, ew kane, em karin, hûn zanin, ew kanin. Lê ev awa devokî ne û divê ku di nivîsînê de herdem bi "di-" bin: 'Ez dizanim, tu dikarî, ew dikane[1], em dikarin, hûn dizanin, ew dikanin.

Eger rehê lêkerê bi dengdêrekê dest pê bike, hin caran li şûna "di-" tenê "d-" li wî rehî tê zêdekirin: davêjim, dajon, denirî, darîne. Lê zelaltir e ku ev jî bi "di-" werin nivîsîn daku baş diyar bibe ka çi pêşgir û çi jî rehê lêkerê ye: diavêjim, diajon, dienirin, diarîne.

Awarte[biguhêre]

Li gel rehê lêkera "anîn" (di hin devokan de: înan) û "hatin" de li cihê "di-" bi giştî "t-" tê bikaranîn: ne diînim û diêmtînim û têm. Hin caran jî li destpêka rehê wan lêkeran herfa "h-" tê bikaranîn û hingê divê ku ne "t-" lê "di-" were xebitandin: dihînim û dihêm. Lê ji ber ku "têm" û "tînim" ji formên din gelek zêdetir tên nivîsîn, divê ku ew wek formên standard werin pejirandin.

Eger lêker hevdanî (hevedudanî) be jî (wek ra-kirin, baş bûn, dest pê kirin) anku ne xwerû be jî, dîsa tenê beşa xwerû ya lêkerê ditewe:

  • ra/di-k-im > radikim (ne *dirakim)
  • baş di-b-î > baş dibî (ne *dibaşbî)
  • dest pê na-k-e > dest pê nake. (ne *nadestpêke)

Lêkerên bi pêşgirên ber-, da-, hil-, ra-, ve- û wer- [2][biguhêre]

Eger lêker bi pêşgira ber-, da-, hil-, ra-, ve- yan wer- be, hingê pêşgira erêniyê yan neyîniyê tê navbera vê qertafê û rehê bingehîn yê lêkerê:

  • ba-di-d-im, çê-di-k-î, da-di-gir-e, hil-di-bijêr-in, ra-di-k-in, wer-di-gerîn-im [3]
  • ba-na-d-im, çê-na-k-î, da-na-gir-e, hil-na-bijêr-in, ra-na-k-in, wer-na-gerîn-im [4]

Pêşgirên neyîniyê[biguhêre]

Pêşgira neyîniyê ya dema niha bi giştî "na" ye: ez nakim, tu naçî, ew nabêje, em naxwin, hûn nagirin, ew nagirîn.

Eger rehê lêkerê jî bi herfa "a" dest pê bike, divê "-" di navbera "a" ya dawiya qertafê û "a" ya destpêka rehê lêkerê de were danîn: na-avêjim, na-axivin, na-arînî, na-azirînin. [5] Ji ber zelaliyê divê ev xetik (-) were bikaranîn ji ku "na-" û "a-" kîteyên ji hev cuda ne: Ew ne we naa-xi-vim lê wek na-a-xi-vim tê xwendin. Na-avêje jî ne wek naa-vê-je lê wek na-a-vê-je tê gotin.

Eger li destpêka rehê lêkerê dengdêreke din ya ji bilî "a"yê hebe (e, i, î, o, u, û), pêşgira neyîniyê divê yekser bi wê ve were zeliqandin anku girêdan: naecibînim, nainirre, naîne [6], naorrin...

Awarte[biguhêre]

Li gel lêkera "karîn/kanîn" û "zanîn" pêşgira "ni-" û bi lêkera "wêrîn" û "şiyan" re jî bi giştî "ne-" di dema niha de tê bikaranîn: ez nikarim, tu nizanî, em nikanin... ew newêre, em neşên. Tevî ku carinan bi taybetî li gel "şiyan" û "wêrîn"ê "na-" tê bikaranîn jî, "ne-" ya bi wan re gelek berbelavtir e û divê ku bi "ne-" re werin xebitandin.

Paşgirên kesandinê[biguhêre]

Di dema niha de lêker herdem li gor kirdeyê anku kesa/ê tiştekî dike yan tiştek e ditewe.

  • ez ...(i)m
  • tu ...(y)î/(î)
  • ew ...(e)
  • em ...(i)n
  • hûn ...(i)n
  • ew ...(i)n.

Piştî herfeke bêdeng[biguhêre]

Eger rehê dema niha bi herfeke bêdeng (konsonant) bi dawî were, qertafên kesandinê wiha ne:

  • ez ...im
  • tu ...î
  • ew ...e
  • em ...in
  • hûn ...in
  • ew ...in.

Nimûne: çûn > -ç-: (ez) di-ç-im, (tu) di-ç-î, (ew) di-ç-e, (em/hûn/ew) di-ç-in.

Piştî herfeke bideng[biguhêre]

Eger rehê dema niha bi herfeke bideng (vokal, vowel: a, e, i, î, o, u, û) bi dawî were, qertafên kesandinê wiha ne:

  • ez ...m
  • tu ...yî/(-)
  • ew ...
  • em ...n
  • hûn ...n
  • ew ...n.

Nimûne: dirû(ti)n > -dirû-: (ez) di-dirû-m, (tu) di-dirû-(yî), (ew) di-dirû-, (em/hûn/ew) di-dirû-n.

Paşgirên devokî[biguhêre]

Li gel kesê duyem yê yekjimar ("tu") du alternatîvên qertafî hene: tu didirûyî, tu dişoyî, tu dişêyî yan jî tu didirû, tu dişo, tu dişê. Herdu awa jî qebûlbar in lê awayê bi "-yî" were tercihkirin baştir e ji ber ku bi wî awayî cudahiya navbera "(tu) dişoyî" û "(ew) dişo" diyar dibe. Di dema borî ya sade de jî ev cudahî heye: "(tu) çûyî" û "(ew) çû". Lê bikaranîna "...e" li gel "tu" (tu dike, tu diçe) devokî ye û bi kêrî zimanê nivîsînê nayê.

Li ser meseleya kesê sêyem yê yekjimar ("ew") li cihê paşgira "...(e)" di hin devokan de "...(ê)", "...(i)t", "...(î)t", "...(i)tin" û "...(i)tin" hene (nimûne: ew dibêjê, dibêjit, dibêjît, dibêjitin, dibêjîtin yan ew didirût, didirûtin) lê lihevkirineke hema bêje tevkurmancî heye ku divê qertafa "...(e)" di zimanê nivîskî de were bikaranîn.

Li gel kesê yekem yê pirrjimar ("em") li hin deveran li cihê "...(i)n" qertafa "...în/yn" tê bikaranîn: em dibêjîn, em dişoyn. Ev qertaf di soranî de jî wiha ye.

Hin kes wek belge bo tercihkirina vê qertafa "...în/yn" wê rastiyê diyar dikin ku di klasîkên kurmancî de jî ew wisa hatiye bikaranîn. Lê nivîskarên wan klasîkan jî qisekerên devokên wisa bûn ku tê de "...în/yn" tê bikaranîn. Wan nivîskaran ne bi zanistî "...în/yn" bijartiye lê bikaranîna wan ji ber taybetiya devoka xwe wisa kiriye. Wan herwiha li cihê qertafa kesê sêyem yê yekjimar ("ew") jî li cihê "...e" ya niha standard qertafa "...(i)t", "...(î)t", "...(i)tin" yan "...(î)tin" bi kar aniye. Lê niha alîgirên "...în/yn" nabêjin ku divê em li gor klasîkan li van "...(i)t(in)" û "...(î)t(in"an vegerin.

Niha di kurmanciya nivîskî de (ji bilî kurmanciya bi alfabeya erebî li Behdînan) bi gelemperî "...(i)n" tê bikaranîn. Madem ku em cudahiyê naxin navbera qertafa kesê duyem yê pirrjimar ("hûn diçin") û yê sêyem yê pirrjimar ("ew diçin"), ne hewce ye ku em cudahiyê di navbera wan û kesê sêyem yê yekjimar (em) de jî peyda bikin.

Têbînî[biguhêre]

[1] [2] [3] [4] [5] [6]

  1. a b "Kanîn" jî li hember "karîn"ê pirr kêm tê bikaranîn. Dikarî di Google.com de li "dikarim xwe" û "dikanim xwe" bigerî bo dîtina vê rastiyê. Loma divê ku "karîn" wek forma standard were bikaranîn. Peyva "xwe" jî pê re binivîse daku Google tenê rûpelên bi kurdî/kurmancî bide, ne malperên bi zimanên din jî ku belkî peyvên "dikarim/dikanim" di wan zimanan de hebin lê bi maneyeke din.
  2. a b Ji bilî van pêşgiran, herwiha pêşgirên "ba-" (di "ba-dan" de), "çê-" (di "çê-bûn" û "çê-kirin" de), "tê-" (di "tê-ketin" û "tê-xistin" de) û "vê-" (di "vê-ketin" û "vê-xistin") bi eynî awayî ditewin.
  3. a b Bi devkî hin car pêşgira “na-“ tê destpêka peyvê: "dibadim, diçêkî, diberde, dihilbijêrin..." lê ev di nivîsînê de nabe.
  4. a b Bi devkî hin car pêşgira “na-“ tê destpêka peyvê: "nabadim, naçêkî, naberde, nahilbijêrin…" lê ev di nivîsînê de nabe.
  5. a b Carinan bi şaşî ev herdu "a" bi tenê “a"-yekê tên nivîsîn lê ev ne li gor dengê van peyvan e.
  6. a b "Naîne" carinan bi şaşî wek "nayne" tê nivîsîn.