Gotûbêja kategoriyê:Ji wêjeya klasîk

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Silav hevalno,

Min ew kategoriya çêkir ji ber ku ez dixwazim, mînakan bo peyvan ji wêjeya Kurdî ya klasîk li ser peyvan zêde bikim. Ez ê ji mewlûda Kurdî dest pê bikim û paşê Mem û Zîn, Melayê Cizirî û wiha bidomînim.. --Cyrus the virus (gotûbêj) 07:13, 1 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]

Silav Cyrus the virus, Beşa "Ji wêjeya klasîk" an jî "Ji wêjeyê" bi min ne pêwîst in. Dayînên mînakan bin wateyan çêtir e û baştir jî tê xwendin... --Ghybu (gotûbêj) 13:33, 1 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ghybu, rast e, dibe ku ew di bin wateyên peyvan bin ê baştir be. Lê ez dikim wan bi robotê lê zêde bikim û loma robot nikare rasterast texmîn bike, ka gerek ew bê biniya kîjan wateyê. Loma ez ê niha li bin beşa "Ji wêjeya Klasîk" zêde bikim û dû re, qey rojeke xêrxwazeke wê bibe li bin wateya rasttir bi cih bike --Cyrus the virus (gotûbêj) 05:21, 2 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]
@Cyrus the virus: Pirsek min heye Bişirîn Çima hûn (tu û bikahênerên din) '"Ji Wêjeya Klasîk" / "Ji Wêjeyê" bi tîpên girek dinivîsin ("wêje" jî "klasîk" jî ne serenav in), sedem çi ye? Hevokên bi herfên gir zû natên fehm kir.
Mixabin di nivîsandina wateyan da pirsgirêkeke din jî heye: Di hevokan da hemû tîpên yekem bi herfên biçûk hatine nivîsandin, noqte jî tine ye (mînak [1] / [2]). Pêwîst e ku niha em vana jî êdî êdî serast bikinê, bi min tiştik pir giring e (Di rêzimanê kurdî de, noqte, vîrgul, herfên mezin û biçûk jî hene û rastnivîsandina wana jî hewce ne... bnr.). Gelek spas bo hemû xebatên te--Ghybu (gotûbêj) 17:53, 2 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]
Welle nizanim :)). Lê him jixwe ew serenav in, him jî bi dîtina min wiha baştir xuya dibe. Di wateyên peyvan de jî bi herfê mezin dest pê bike baştir e. Lê ew tiştên şiklî, xuyayî ne, ew dikarin pêde pêde bên sererast kirin.--Cyrus the virus (gotûbêj) 06:13, 3 adar 2017 (UTC)[bersiv bide]