Gotûbêja bikarhêner:Kurdperwer

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Hêja alîkara/ê Wîkîferhenga kurdî!

Gelek spas bo alîkariya te û peyvên te li ferhengê zêde kirine.

Em hêvîdar in ku tu ji qenciya xwe bi berdewamî ferhenga me zengîn bikî.

Ger pirsên te hebin, kerem bike ji me re binivîse (li "Ferhengvan" bide û di rûpela vebe de jî li "Nîqaş" bide û binivîse.)


Ferhengvan 14:05, 14 February 2006 (UTC)


Wêneyên Wîkîmediayê bi kar bînin[biguhêre]

Hêja Kurdperwer!

Ji dil spas bo alîkariya we ya ji Wîkîferhengê re.

Dema hûn bixwazin wêneyan (resman) bi kar bînin, hingê heta ji we bêt, wêneyên Wîkîmediyayê bi kar bînin.

Wêneyên mafê wan parastî (copyright) nabe bê izn û destûra xwediya/ê wêneyê bên bikaranîn.

Lê wêneyên Wîkîmediyayê her kes dikare bi kar bîne. Di pirtûkxaneya Wîkîmediyayê de nêzî 500 000 wêne hene. Bawer im ku hûn ê yên bi dilê xwe tê de bibînin.

Wênexaneya Wîkîmediyayê li vir e:

http://commons.wikimedia.org/

Bo nimûne, ger hûn bo peyva "perperik" li gotina inglîzî "butterfly" bigerrin, dê bi dehan wêne li ber we vebin. Hûn di bikaranîna hemû van wêneyan de azad in.

Silavên dostane

Ferhengvan 18:14, 21 February 2006 (UTC)

Têbînî: Tika ye bersiva vê peyama min bidin daku bizanim ka mesajên min digihin we yan na.


Li ser "rr" û "binere"[biguhêre]

Pirr spas bo peyama te, keko.

Bi baweriya min di ferhengê de bikaranîna "rr" pêwîst e ji ber ku eger kesekê/î berê bo nimûne peyva "pirr" yan "terr" ya "şerr" yan yeke din ya bi r-ya req nebîstibe û em jî di ferhengê de tenê yek "r" bi kar bînin, hingê ew dê fêrî xwendina wê bi "r" ya nerm bibe û wisan şaş bi kar bîne.

Herçi peyva "binere / binêre" ye, ev hinekî tiştek tercîhî û preferensê ye. Wek ez ta niha pê hesîme, radera lêkerê ta niha bi van awayan di devokên kurmancî de heye:

  • nerîn
  • nêrîn
  • nihêrîn
  • nihêrtin
  • nehêrîn
  • nehêrtin
  • nertin

Ji destpêkê ve me "Binere" nivîsiye. Bawer im em bikaranîna wê bidomînin ne xirab e. Lê ku tu bixwazî "Binêre" yan formek din bi kar bînî, ez ne dijî birryara te me. Jixwe em dikarin kurteya wê jî bi kar bînin, wek "Bn" yan "bnr". îcar tu û kêfa xwe.

Tiştek din jî ya giring heye: Bi baweriya min baş e ku em di bin "Herwiha" de tenê formên cuda yên eynî peyvê rêz bikin. (Wek: nerîn, nêrîn, nihêrtin). Lê hevwateyên wan yên serbixwe di bin "Wate" de bidin. Bo nimûne, eger rûpel ji ser "perperik"ê be, bila peyvên wek "perrperrik, pirrpirrik, perperok" û hwd. di bin "Herwiha" de bin lê "pelatînk, minminîk, perwane, baperrik" û hevwateyên wan yên din di bin "Wate" de bin.

Silav

Ferhengvan 19:06, 21 February 2006 (UTC)


Silav Sîmar[biguhêre]

Rojbaş keko,

Bibore, min pêşî tê dernexist ku tu Sîmar Masîcanik î. Dilşad im bi alîkariya te ya ji Wîkîferhengê re.

Tu gelek peyvên bihagiran li ferhengê zêde dikî. Hêvîdar im ku alîkariya te her berdewam be.

Ferhengvan 11:26, 23 February 2006 (UTC) (Husein)

Rojbaş[biguhêre]

Kek Sîmar, gelek spasî peyama te dikim.

Na, ne zimannas im û ne jî xwe zimannas dihesibînim lê min herdem mereq li ser zimanan, bi taybetî jî bêguman li ser kurdî, hebûye.

Kêfxweş im ku em dikarin bi hev re bixebitin û bi bênfirehî baweriyên xwe ji hev re diyar bikin. Bi min qet ne giring e ku em di her mijarê de wek hev biramin. Lê jixwe ez ti nelihevkirinek bingehîn jî di navbera me de nabînim.

Her bijî!

Ferhengvan 14:26, 24 February 2006 (UTC)


Silav Sîmar[biguhêre]

TE PIRSÎ:

Min xwest ez tiştekî bipirsim.
Gelo tu nikare di vir de beşek ji bo nivîs û nirxandinên li ser Kurdî nikare vekî? Navên navên nivîskaran û di bin navê wan de nivîsên wan.
Êvarbaş Bikarhêner:Kurdperwer (Sîmar Masîcanik) 20:35 , 27 reşemî 2006


BERSIVA MIN:

Bo nivîskarên kurd û nivîsên wan, Wîkîpediyayê çend xwişkemalperr hene:
Wîkîpediya: http://ku.wikipedia.org (Bo nivîsarên zanistî û enformatîv)
Wîkîpirtûk: http://ku.wikibooks.org (Bo berhemên wêjeyî gelek baş e.)
Wîkîçavkanî: http://wikisource.org (bo belgenameyan bikêr e.)
wîkîgotin: http://wikiquote.org (bo gotinên kurt ji nivîskaran yan li ser mijaran - aforîzma, gotinên pêşiyan û hwd)
Bi baweriya min, divê em van beşên Wîkîmediayê bi kurdî dewlemend bikin. Tu bixwazî li ser yek ji van malperran bixebitî, çi ji min bêt ez dê di alîkarîkirinê de texsîriyê nekim.
Ez bi xwe dixwazim ji bilî Wîkîferhengê, Wîkîgotinê zengîn bikim. Lê bêguman divê beşên din jî bên kemilandin.
Husein
Ferhengvan 11:42, 1 adar 2006 (UTC)[bersiv bide]


Zayenda peyva "quz"[biguhêre]

Silav kek Sîmar!

Te pirsiye ka çima zayenda (cinsê) peyva "quz" nêr e. Belê, tevî ku quz taybetmendiyek candarên mê ye û bi nêran re peyda nabe jî, dîsan jî zayenda wê peyvê nêr e ji ber ku em dibêjin "quzÊ wê" wek "mêrÊ wê" ne wek "jinA wê". Min bi xwe nebihîstiye ti kesek ku baş kurdî bizane bibêje "quzA wê" lê ger te bihîstibe, em dikarin notekê li ser binivîsin ku li hin deran mê û li hin deran jî nêr tê bikaranîn).

Lê zayendê hin peyvan carine li gor devokan diguherre. Ji bo vê binere:

http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=10&RubricNr=24&ArticleNr=1437

Tiştek nadir û kêmpeyda ye ku tiştên di siriştê de nêr di rêzimanê de mê bin yan jî berevajî wan. Lê carine wisan e. Bo nimûne, di elmanî de peyda "Mädchen" (keç, qîz) nêtar anku neutr anku ne nêr û ne jî mê ye tevî ku di siriştê de bêguman mê ye.

Silav Husein


Kek Sîmar, gelo ev peyv bi rastî lêker e? Herwiha gelo tu dikarî çavkaniyekê ji wê re peyda bikî. Anku kurtenivîsek (bi qasî paragrafekê) hebe ku ev peyv tê de hatiye bikaranîn. Ku tu li rûpela teme zêde bikî, dê bikêr be.

Silavên ji dil --Ferhengvan 22:00, 13 reşemî 2008 (UTC)