Gotûbêj:xeza

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Jêgirtina Melayê Cizîrî[biguhêre]

Silav @Welatnehri. Gelo Jêgirtina Melayê Cizîrî ya di maneya yekem de rast e? Balyozxane (gotûbêj) 22:58, 21 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]

Min niha lê nêrî. Mixabin ne raste. Ew nimûne bo wateya duyê an cîhad and şerê pîroz dibe.
Min hin nimûneyên din jî li malpera helbestakurdi.com de dîtin.
Hacî Qadirê Koyî di helbesta "Eger Xallit Billêm" de dibêje:
Tebîbim hate balînim wehay gut:
Dirêxa derdî ‘îşq e, bêdewa ye
Eger kufir e billêm min mubtelatim
Were sa bimkuje bîlla xeza ye
Şêx Xalid Zibarî di helbesta "Qewlê Newala Sîseban" de dibêje:
Xeza gelek şîrîne, bi emrê Rabbê ezîz
Hildim ala îslamé biçim qewmê bê kîtab.
Gotina "xeza" bi wateya xwarinê belkî di klasîkên me de peyda nebe. Ew peyv bi taybet di nav zimanê devkî ya kurdên rojhilat de heye, lê bi îhtimalekî zêde ew ji farsî hatiye. Di zimanê farsî de ew bi forma غذا tê nivîsîn, lê di tîpên latînî de me غ û ذ tune ne û ew bi forma "xeza" ketiye zimanê me. Welatnehri (gotûbêj) 14:39, 22 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]
@Welatnehri Bilêvkirina maneya şerê pîroz jî ne wekî ya yekê ye? Balyozxane (gotûbêj) 21:16, 22 sibat 2024 (UTC)[bersiv bide]