Gotûbêj:kiracı

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Wate[biguhêre]

Silav @Ferhengvan, @Ghybu, @Bikarhêner. Gelo kirêker û kirêdar ma hevwate ne ?Bi fikra min; Ew kesê tiştekî kirê dike kirêker, yê ku kirê digire kirêdar e. Bi fikra we ? Mohajeer (gotûbêj) 20:15, 5 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Mohajeer
Kirêder: xwedî xanî/milk yê ku xaniyê/milkê xwe bi kirê dide kesekî din û pere jê distîne.
Kirêgir: kesê ku xaniyê/milkê kesekî din digire lê dijî û pere dide xwediyê xanî/milk.
Herdu peyvên li gor bi wateya xwe zelal in. Peyvên kirêdar û kirêker bi wateya xwe nezelal in û dikarin li gor hem bikarîneran carinan wateya "xwediyê milk yê ku milkê xwe bi kirê dide xelkê" yan jî bi maneya "kesê ku bi pere li xaniyê/milkê xelkê dijî". --Ferhengvan (gotûbêj) 10:23, 6 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]