Here naverokê

Gotûbêj:fermûde

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferhengê
Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Bikarhêner ve di mijara Maneya peyvê de

Maneya peyvê[biguhêre]

Merheba hevalino. Maneya vê peyvê bi farisî wekî "fermanên dayî" tê xuyan. Ji kurdiya wê jî tê famkirin ku maneya peyvê wekî "ferman" e. Lê çêkerê gotarê wekî "hedîs" qeydê vir kiriye. Di çavkaniyên ser înternetê de gava mirov li peyva "fermûde" digere kêm çavkaniyên bi kurdî dertên. Min 2 encaman dît ji bo lêgerîna peyva "fermûde" li ser motora lêgerînê ya Google-ê. Yek ji wan ev bû ku nivîseke li ser malpera Lotikxaneyê ye û nivîskarê nivîsê wekî "M.M." hatiye diyarkirin û dîroka çavkaniyê jî "Mai 29, 2016" e. Tarîxa çêkirina vê gotarê sala 2015 ye, yanî berî wê nivîsê ye. Yanî dibe ku eynî nivîskar wê nivîsê nivîsîbe, an nivîskarekî din maneya "hedîs"ê ji vê ferhengê peyda kiribe û wisa nivîsîbe.

Çavkaniya duyem jî kitêbeke ku navê wî "Kürtçede İslamî İlimler" e. Ji rûpela 18em diyar dibe ku kitêbeke tercime heye bi navê "Zanistî Zarewekanî Fermûde". Wergêr Abdullah Mela Ahmed, kitêba "Teysîru Mustalahi’l-Hadîs" ya Mahmud Tahhan ya li ser isûlê hadîsê tercimeyî soranî kiriye. Ji ber ku ev çavkanî soranî ye, ji bo kurmancî wek çavkanî nayê hesibandin. Çavkaniya yekem jî ji ber sedemên min li jor diyar kiriye, ne pêbawer e. Lewma ez jêbirina maneya "hedîs" û anîna maneya "ferman"ê pêşniyar dikim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:07, 12 kanûna paşîn 2023 (UTC)Bersiv bide