Gotûbêj:darqilîç

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Îzahata lîstikê[biguhêre]

Darekî piçûk li ser du keviran bi dirêjayî ve tê danîn, û leyistikvanek bi darekî pahn û mezintir wî dipekîne bi alîyê leyistikvanên din ve. Ger leyistikvanek wî darî li hewayê bigire an jî ji cihê ku ketiye karibe wî darî dake û li wan keviran bixe, ew dikeve dewsa yê avêtîye; û vê carê ew dar dipekîne. Ger kesekî dar negirt an jî dakir û li keviran neda, leyistikvanê dar avetî li kêleka darê piçûk dide û bi darê mezin li hewa dizîtikîne heta ku bikeve erdê. her careke zîtikandî jê re tê hesabê, û pila wî/wê zêde dike. Ew careke din dar dipekîne û leyistik bi vî awayî berdewam dike. Ev peyama bêîmze ya Xwende (gotûbêjbeşdarî) ye.