Gotûbêj:şînê vekirî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

li ser "vekirî"[biguhêre]

  • li twitterê gelek kes ji bo "vekirî" ya ku bi rengan tê bikaranîn û toneke wê rengê pênase dike, dibêjin ku ji mentiqa tirkî û motamot hatiye wergerandin bo kurdî ji "açik"a tirkî. Bo vê wateyê jî "avî" û "sayî" pêşniyaz dikin ku mînakên wan jî dane: şînê sayî an jî (hê)şînavî. Her wiha di wîkîferhengê jî ev heye: soravî. Li vir ji bo heywaneke ye lê di wîktionary-yê de soravî ji bo toneke binefşî hatiye bikaranîn. bi min tiştên li twitterê hatiye gotin di cih de ye û divê em ji vir û hemû gotarên têkilî vê têgeha wergerî rakin.
  • her wiha ji xeynî pêkhateyên sayî û avî, ji bo şînaviyê li devera Sîpanê sût jî tê gotin, bi ya twîtekî. lê divê piçekî din bê vekolandin, baş e, li vir nehatiye zêdekirin. --Jiju (gotûbêj) 11:06, 22 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: silav cano, bi min jî tu têkiliya wî bi kurdî re tune ye. Bi ya min be mirov dikare bike şînê zelal jî/sayî jî. --Şêr (gotûbêj) 11:10, 22 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@şêr:Li heman zîncîra twîtê yekî wiha gotiye: zelal ji bo tiştên avî tê bikaranîn, çay an jî behr zelal dibin lê reng avî dibin mîna şînavî. Mixabin min vê agahiya girîng piştrast nekir.--Jiju (gotûbêj) 11:30, 22 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]