şer gotiye: 'ku girêdana min bi destê rovî be, berdana min bi destê mişke heram be, bila nan û ava vî welatî li min heram be'

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Biwêj[biguhêre]

şer gotiye: 'ku girêdana min bi destê rovî be, berdana min bi destê mişke heram be, bila nan û ava vî welatî li min heram be'

  1. heke ku ez ew qasî bikevim, dawiya min xeter e, ev rewş ne layiqî min e
    şer gotiye: "ku girêdana min bi destê rovî be, berdana min bi destê mişke heram be, bila nan û ava vi welatî li min heram be. ez nikarim bi vê eybê ve li vir bisekinim. (bnr. çîrok) bi kurtasî şer û rovî demeke dirêj bi hev û din re hevaltiye dikin. rovî li pey e ku raza heza şer hîn bibe. tim jê re dibêje: "şerç min, tu ew qas bihez û xurt î ku bawer nakim tu kesek an jî tu tiştek bikaribe te bide sekinandin?" bi vî awayî tim li deve şer digere. lê şer naxwaze raza heza xwe yan jî azîneya astengkirina heza xwe jê re bibeje. tim bi derewan wî dixapîne. rojeke şer dikeve valahiyeke û raza heza xwe jê re dibêje: "roviye defa/, tene bi awayeki di karin heza min hihirînin. ew jî ew e; kn heke her du peçiye lingen min, yên mezin bi mûyekî girê hidin, ez nikarim hereket bikim û xwe ji we tengasiye bifilitînim. " rovî rojeke bal lê tîne, dema ku şer radize, bi mûyekî qewîm her du tiliyen linge wî yên peşîn hişkchişk girê dide. şer heta ku şiyar dibe, rovî kare xwe xelas dike û şer di wî halî de li wir dihele û diçe. şer gelekî hewl dide ku bitil he, lê dike nake nikare mû biqetîne. mû goştê wî jê dike te li hestî dis-ckine. şer he m a li wir bi zarezar û bi ilgan dimine. piştî demeke dirêj bi şûn de mişkek di wir re derbas dibe. qîrîn û zarî-na şer dibihîze û diçe cem wî. rewşa şer dibîne, gunehe wî pê te. dibêje: "şete min tu merac/an meke, ez ê te xelas bikin1. " mişk bi diranen xwe yên tûj mû qut dike û şer rizgar dike. piştî ku spas-dariya xwe peşkeşî mişk dike, şer demeke difikire li ser ve eceba reş û dibêje:"ku girêdana min bi deste rovî he, berdana min bi deste mişke heram he, bila nan û ava vî welatî li min heram be. [1]

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Ferhenga Biwêjan, Mustafa Borak