Şablon:Destpêk:peyv

Ji Wîkîferhengê
Projeyeke Wikimediayê
Projeyeke Wikimediayê
Di derbarê me de

Bi xêr hatî Wîkîferhengê! Wîkîferheng ferhengeke azad ya onlayn e. Wîkîferheng, ferhengeke kurmancî - kurmancî, xerîb - kurmancî ye û beşek e ji ‘Wiktionary’ya navneteweyî. Projeya Wîkîferhengê bi zimanê kurmancî di 2ê gulanê ya 2004an de hatiye avakirin. Vê gavê hejmara rûpelên wê 1.000.711 e.

Wîkîferheng wekî projeyeke temamker a Wîkîpediyayê hatiye tesewirkirin, lê ne wekî ferhengên din e. Mebesta me ne tenê maneya peyvan e, tevî maneya peyvan gramer, etîmolojî, şîrove, xwendin, hevmane, peyvên nêzîk, notên bikaranînê û hwd. jî hebe. Gelek ji rûpelên ferhengê bi wêne û nimûneyan hatine xemilandin da ku têgihiştin hêsantir be. Li dawiyê jî wergera peyva kurmancî bi gelek zimanan tê dayîn.

Ev ferheng bi kurmancî ye lê tê de peyvên bi zaravayên din jî cih digirin. Alfabeya sereke ya ferhengê kurdiya latînî ye, lê kurdiya bi alfabeya aramî anku erebî jî cih digire. Ji xeynî vê di her rûpeleke vê ferhengê de ji qismê jor dikarî opsiyonên "tîpên latînî" an jî "tîpên erebî" bibijêrî.

Wîkîferheng wekî projeyên din ên Weqfa Wîkîmedyayê, "wîkî"yek e. Tiştê herî balkêş ya vê ferhengê ew e ku xwîner bi xwe (bêyî qeydbûnê) dikarin peyvan lê zêde bikin an jî guherandinan bikin. Lê berî ku hûn beşdariyek bikin, ji kerema xwe ji beşa Alîkariyê, Nivîsînê bixwînin.

Dîwana WîkîferhengêRêveberWîkîferheng li ser Twitterê