pejirandin
Ji Wiktionary
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Wate
- bi tiştekê/î razî bûn:
Divê em bipejirînin ku zimanê kurdî giringtirîn nîşana kurdbûnê ye. - tişta/ê tê pêşkêşkirin wergirtin:
Wî diyariya min nepejirand. (Nexwest wergire yan pê razî nebû.) - bersiva erênî anku pozîtîv dan venxwendinekê anku dawetekê yan sparîşekê anku teklîfekê
- destûr dan anku rê dan tiştekê/î bêyî ku dijî wê / wî derkeve:
Wan nepejirand ku ez biçim. - bawer kirin:
Ew hebûna Xwedê dipejirîne. (Ew bawer dike ku Xwedê heye.) - bi gotin yan bi dengdanê yan bi îmzayê gotin "baş e":
Perlemanê qanûnek nû pejirand. - berpirsiyarî girtin ser milên xwe
- xebitandin: Makîneya nû karteyên kevn napejirîne.
- destûr dan anku rê dan ku kesek beşdar bibe:
Gelo ewropî dê bipejirînin ku Tirkiye bibe endamek Yeketiya Ewropayê?
[biguherîne] Herwiha
[biguherîne] Hevwate
- qebilandin
- qebûl kirin
[biguherîne] Nêzîk
- pesind kirin