nimêj

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nimêj nimêj
Îzafe nimêja nimêjên
Çemandî nimêjê nimêjan
Nîşandera çemandî nimêjê wan nimêjan
Bangkirin nimêjê nimêjino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nimêjek nimêjin
Îzafe nimêjeke nimêjine
Çemandî nimêjekê nimêjinan
Pîreka kurd nimêj dike.
Di Wîkîpediyaya kurmancî de gotarek li ser nimêj heye.

nimêj

  1. (Îslam) dua, lava, daxwaz ji Xwedê yan xwedayekê
    (bi taybetî ayînên îslamî yên her roj pênc caran tên dubarekirin)
    • Şîşe û wan baderêjan
      Min nema hiş li nivêjan
      Li deftera dînan im ez
       — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

| limê | limêj | mêj | nimê | nimêtin | nivêj | niwêj

Hevmane[biguhêre]

Navê nimêjan di Îslamê de[biguhêre]

  • nimêja şeveqê
  • nimêja tavê
  • nimêja nîvro
  • nimêja berêvar
  • nimêja êvarê
  • nimêja şîvê
  • nimêja şevê (tehecud)
  • nimêja înê
  • nimêja mirîyan
  • nimêja tavxeyirînê
  • nimêja heyîvxeyirînê
  • nimêja sunet

Nêzîk[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *ném- (belav kirin) > *nemos, proto-îranî *nemeh heçiye (peristin, rêz lê girtin), nemas (rûmet, qedir, qîmet [bo Xwedê]). Hevreha niwêj ya soranî, nimac / nimaj / nimaz ya zazakî, nemaz ya farisî, nemeh (peristin) ya avestayî, nimêc ya parsî, nemaz ya pehlewî, لمونځ(limûnz) ya peştûyî, names (rêzgirtin) ya sanskrîtî, νέμω (nêmo: belav kirin) û Νέμεσις (Nêmesis: xwedaya tolhildanê) yên yûnaniya kevn. Eynî peyv bi rêya farisî nemaz wek namaz ketiye tirkî jî.

avestayî: nemeh- ("peristin, rêz lê girtin")
partî: nm'c ("peristin”)
pehlewî: nemaz ("peristin")
sogdî: nim'c ("peristin")
farisî: nemaz ("nivêj, nimêj") --> tirkî: namaz
belûçî: nemaş ("nivêj, nimêj")
peştûyî: limûnz ("nivêj, nimêj")
kurmancî: nimê, nimêj, nivêj ("nivêj, nimêj")
soranî: niwêj, nwêj ("nivêj, nimêj")
kelhûrî: nimaz
hewramî: nima
zazakî: nimac ("nivêj, nimêj")
sanskrîtî: names ("peristin, rêz lê girtin")
yûnanî: némo (belav kirin) -> Nêmesis

Çavkanî: Horn p.233, Lubotsky | Pokorny: -

Herwiha bide ber sûmerî 𒉆𒋖 (nam-šita /namšita/: dua, lava, nimêj)

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]