kefalet

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kefalet kefalet
Îzafe kefaleta kefaletên
Çemandî kefaletê kefaletan
Nîşandera çemandî kefaletê wan kefaletan
Bangkirin kefaletê kefaletino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kefaletek kefaletin
Îzafe kefaleteke kefaletine
Çemandî kefaletekê kefaletinan

kefalet

  1. Soza ku eger kesek erkê xwe bi cih neîne dê kesek din heqê wî bide.
    Hevmane: kefîlî, destberî, derhûdî, gerew, zemîn, temîn, garantî, misogerî, garantor, sozder
    Banke bêkefalet deynan nadin.
    Ew bi kefalet ji zindanê derket.
    • Polîsên Kurd li Silêmaniyê xwediyê rojnameya Hawlatî ku li Silêmaniyê derdikeve Tariq Fatihî girtin. Tariq Fatihî li ser daweyeke birayê cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Omer Fettah, Elî Fettah hate girtin. Taeiq Fatihî bi kefaletekê 200 hezar dînara hat berdan, lê belê doz berdewam dike. Elî Fettah ji ber weşandina nivîsekê doz li dijî wî vekiribû. — (Avestakurd.net, 9/2007)

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî [Peyv?], têkildarî kefîl

[biguhêre]

[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Tirkî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

kefalet

  1. derhûdî
  2. zamînî, desberî, kefalet