şildim bildim

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şildim bildim şildim bildim
Îzafe şildim bildima şildim bildimên
Çemandî şildim bildimê şildim bildiman
Nîşandera çemandî şildim bildimê wan şildim bildiman
Bangkirin şildim bildimê şildim bildimino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şildim bildimek şildim bildimin
Îzafe şildim bildimeke şildim bildimine
Çemandî şildim bildimekê şildim bildiminan

şildim bildim

  1. (henekî) peyivîna bi zimanê tirkî
    Ew bi kurdiya delal napeyivin lê şildim bildimê dikin.
  2. axivîna netêgihbar, peyivîna ne rewan û delal
    • Lê li her devera Xwedê bû şildim bildima' wan û guhê me gişan ker kirin. — (Evdile Koçer: Telefona destan û Kerkûka kurdan, Diyarname.com, 11/2007)

Bide ber[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ihtimalen ji tirkî şöyle böyle (wisa wiha) yan jî dîsa ji tirkî söyledim (min got) + bildim (min zanî).

Werger[biguhêre]