nûh gotin, nebî negotin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Biwêj[biguhêre]

nûh gotin, nebî negotin

  1. pir biinyat bûn
    me kir û nekir, mêrik nehate rê. nnh got nebî negot. ji ber rewşa dinyayê ku ber bi xerabûnê ve diçe, xwedê teala nûh nebî dişîne dinyayê. pêxemberê çaremîn nûh, ji bo ku însanan bîne ser riya rast gelekî hewl dide, lê tenê malbata wî û çend kesên exrebe û nêzîkên wî jê bawer dikin. ji ber wê xwedê teala fermanê dide nûh nebî ku ji ber xirabiya wan kesên xerab wê tufanê rake. ji bo wê jî divê nûh nebî gemiyeke mezin (sê qat) çêke ku mirovên bawermend û ji her nêr û mêyên jîndaran jî cotekî têke wê gemiyê û wan ji tûfanê rizgar bike. çêkirina gemiyê demeke gelek dirêj digire (wekî 600 sal), lê di vê demê de jî qewmê nûh ji wî bawer nake û ji wî re nabêje "nebî" ango pêxember. bi destpêka barana gur re nûh nebî ji hemû jandarên nêr û mê yek û mirovên bawermend dike gemiyê. çil roj û çil şevî baran dibare, ser rûyê erdê dibe lîç. nûh nebî her çiqas israr dike jî lê kurê nûh yam û ên din li hember wî disekinin, çok dikutin erdê, dikin inyat û ji nûh re nabêjin nebî. ji ber wê jî hemû li ber wê tûfanê telef dibin. gemiya nûh jî derdikeve ser serê çiyayê cûdî (di hinek dîtinan de li ser serê agiriyê) bi vî awayî ji ber tûfanê difilite. ew jandarên di hundirê gemiyê de jî bi vî awayî rizgar dibin. dibêjin ev biwêj jî ji bo mînaka inyata yên ku digel wê tofana mezin ji nûh pêxember re nabêjin nebî hatiye afirandin. loma ji kesên pir bimyat re dibêjin: "nûh dibêje, nebî nabêje o[1]

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. Ferhenga Biwêjan, Mustafa Borak