giyanasî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî giyanasî giyanasî
Îzafe giyanasiya giyanasiyên
Çemandî giyanasiyê giyanasiyan
Nîşandera çemandî giyanasiyê wan giyanasiyan
Bangkirin giyanasiyê giyanasiyino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî giyanasiyek giyanasiyin
Îzafe giyanasiyeke giyanasiyine
Çemandî giyanasiyekê giyanasiyinan

giyanasî

  1. (zanist) Zanista ku lêkolînan li ser riwekan anku gulûgiyayan dike.
    Hevmane: riweknasî, botanîk, gulûgiyanasî
    • Hevalê/a Gewda jî hêviyên gelekî girîng rêz kirine. Bi rastî jî di warê weşangeriya Kurdî de pirsgirekên zimanî cihekî girîng digirin. Nemaze jî di warê têgehên zanistî yên wekî civaknasî, giyanasî, siyasetzanî û hwd. de kêmasiyên mezin hene. Lê hêvîdar im ku ev kêmasî dê di demekî kin de ji holê rabin. Jixwe ku viya jî ji bo her Kurdê bihistyar zêdetir xebat divê. Înş. em jî li gor derfetên xwe bibin ji yên xebatkaran. — (Haşim Ay, Islahaber.com, 5/2009)

Herwiha[biguhêre]

Bide ber[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji giya + -nasî.

Werger[biguhêre]