Wîkîferheng:demirhan-y
- Ferhenga Destî, Kurdî - Kurdî, Umîd Demîrhan, Sewad, 2007..
y/Y tîpa sihemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê pêşezmandevî ye, di belavbûna wê de ziman li ser diranan dişide û nîvdengdêr e
ya baneşana gazîkirinê; î -ya Xwedawo î Xwedawo
yabo/ yadê bavo!/dayê!
yadîgar 1. diyarî 2. bîrewerî
yad kirin bi bîr anîn
yaho î filankeso
yan cureyekî sendeliyên fireh e û vedigere nivîneke razanê jî
yane cihê aîdî komeke taybet; bingeh, navend
-yaneya torevanan navenda edebiyatzanan
yanzdeh yazdeh
yar 1. dost 2. hevalbend 3. hezkirî *“Xwedê yar be, bila şûr dar be”
yarî 1. dostî 2. laqirdî
yarîgeh qada lîstik û şahiyê
yarîker 1. nemûşkar 2. lîstikvan 3. tinazekar
yarî kirin 1. lîstin 2. henek kirin
yarkok gizêr
yarmasî cureyekî masiyan e
yarmetî 1. alîkarî 2. destek
yawe gotara beletewş
yax 1. eware 2. jar û lawaz 3. bêbine
-yax hesibandin qîma xwe pê neanîn
yaxir 1. hendef 2. kendal
yazdeh 1. hejmara piştî dehan û beriya duwazdehan 2. jimareya 11’an
- "yazdehê hezîranê,
berî bide zivistanê"
yek 1. jimareya 1’ê 2. hejmara
yekemîn a jimartinê 2. kes *“mêvanê yekî, mêvanê gundekî”
yek bûn 1. pevre bûn 2. tenê bûn
yekcar 1. bi carekî tenê 2. bi giştî, bi komasî
yekcure ji heman celebî
yekçav xwediyê çavekî tenê
yekdemî di heman demê de -êrîşa yekdemî êrîşa di heman demê de û li çend cihan
yekdeng dengê ku di carekê de ji dêv belav dibe
yekdengî axaftina bi awayekî ku tu dibêjî qey kesek tenê diaxive
yekdengîtî axaftina komekî bi heman peyv an naverokê
yekdevî biryardana li ser axaftinekê
yeke pîvan û qeysa tiştan
yekedeng awayê belavbûna peyvê
yekem(-în) di rêza pêşin de; pêşîn
yekemî/yekemîntî di rêzê de pêşîntî; ewiltî
yekgirtî bi awayekî ku ji hev ne cihê
yekjimar ne bi komekî û pirjimar
yekitî 1. wehdet 2. tenêtî
- “kuderê yekitî, wê derê
rizq”
yekîne desteyeke leşkerî
yek kirin 1. gihandin hev 2. kom kirin
yekneseq tevgera ku tu carî dirûvê xwe naguhere
yekpare gişt, hemû
yekreng yekcure
yeksan du an jî çend tiştên mînanî hev; wekhev
yeksanî şibihîna tiştekî bi tiştekî din; wekhevî
yekser 1. pê re 2. hema niha; rasterast
yekşem roja duyemîn a hefteyê
yekta 1. bêhevta 2. bêmînak
Yelda roja herî dirêj a salê; 21’ê Berfanbarê
yendo qasika biçembil
yeqîn 1. bawerî 2. qinaet
yeqîn kirin 1. bawerî pê anîn 2. qinaeta xwe pê anîn
yewmiye heqdesta rojekê
yexsîr hêsîr, dîl
yexte exte
yextirme extirme
Yezdan Xwedê
yezdanok 1. sefêkê ku wekî ku Xwedê ye tevdigere 2. pût
yêz sewalê bêkêr û lawaz
yêzî bêkêrtî û lawaziya sewalan
yom qudûş