Wîkîferheng:demirhan-w

Ji Wîkîferhengê


w/W tîpa bîst û heştemîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê lêvkî ye û awayê belavbûna wê nîvdengdêr e wa 1. ewê han 2. lê binêre

  • “wa ye goştê berxan e

û li ber çavan e” -wa ye tê lê binêre ew kes/tişt tê wajav benda navendî ya ku avê digihîne her derê wan awayê tewandî yê cînavka /ew/ê, cînavka pirjimariyê ya ji bo kesê sêyemîn wane ders -wane dan ders dan wanegeh 1. fêrgeh 2. pol waqên dengê qaz, werdek û hwd waqewaq dengê domdar ê qaz, werdek û hwd waqewaq kirin (qaz, werdek û hwd) bi awayekî domdar deng derxistin war 1. qad 2. cih 3. şûnewar -warê bav û kalan niştingeha ku ji mêj ve malbatek lê akincî bûye -di vî warî de di vê mijarê de -ji waran man ji pêşketinê şunde man *“pesin daye, ji waran maye” wargeh 1. êwirgeh, stargeh 2. biryargeh 3. welat warhêl kesê ku ji warê xwe bi dûr ketiye warîn kesê ku evîndar û girêdayiyê welatê xwe ye warkor 1. wareş 2. kordûnde warkoz germiyan warnişîn îqametgeh, êwirgeh warxan xan û man wase/waşok baz, başok wasite hemû alavên siwarbûn û barkêşiyê 2. navberkar navgîn wate [I] yanî, ango wate [II] mehne watedar mehnedar watenasî di zimanzaniyê de mehnenasî watewarî lêkolînên li ser mehneyan wawik cureyekî sewalên 437 welî ku dişibihine guran; torîk, keftar waynefsî rewşa ku her kes ketiye tatêla nefsa xwe we awayê tewandî yê cînavka /hûn/ê webal guneh -webal ketin stûyê yekî guneh ketin para yekî weç 1. hewcetî 2. çilpiyê ziravik -li ser weçekî man 1. girêdayî mûyekî man 2. nêzîkî felaketê bûn weçe nesl, nifş -çak-kirina weçeyê helwestên başkirin û zêdekirina neslên jîndar -diyarkirina weçeyê helwestên daxistina rêjeya neslan wefa berdewamiya di dostî û evîndariyê de wefakar kesê ku di dostî û evîndariya xwe de domdar e weg sedsal, qirn wehşî jakaw, hov wek mîn, notl, fen -wek avê pê de çûyîn 1. bê xeletî berdewam kirin 2. ji ber xwe de zanîn -wek baranê ser de barî 1. Xwedê pir mal dayê 2. gule an jî kevir reşiyan ser wekat 1. diyar 2. kifş û servekirî wekat kirin 1. diyar kirin 2. kifş û ser vekirin weke mîna, notla, fena wekhev yeksan wekhevî yeksanî wekî mîna, notla, mînanî, fenanî, fena *“şûşeya dilan, wekî ku dişkê cebar nabe” wekok 1. nimûne 2. mînak welam bersiv welaq 1. hespê ku ne ader e 2. sewalên sere yên malê; terîş welat 1. memleket 2. niştiman

  • “welatê neyaran,

bi buhistan e” -welatê xerîbiyê 1. penaberî 2. qurbetî welatî 1. hemwelatî 2. hembajarî 3. memleketî

  • “welat xweş e, bi welatiyan”

-welatiyê qaşo xwedîgiravî ew jî ji wî welatî ye welatparêz niştimanperwer weled ewlad, zarok -dê weledê xwe avêtiye hewirzeyeke giran heye û kes li kesî xwedî dernakeve welê wisa *“ba çawa tê bênderê, welê bide ber bê” welî qencê Xwedê *“ji we438 wen liyan dikeve xwelî, ji xweliyan dikeve welî” wen dara bênîşt wenaq cureyekî nexweşiya bêvil û qirikê ya ku dibijine der û dorê jî wend 1. wêrek 2. pêsivik weqf saziya ku mal û milkê wê ji bo xêran hatiye veqetandin weqî mengiraniyeke bi qasî kîloyek û 300 qramî ye *“weqî, li her derê çar tuxt e” weranîn/wertîne/werîne 1. anîn 2. hilanîn

  • “diyê bibîne, dotê werîne”

werar 1. tekamul, guherîn û stewîn 2. geşbûn, pêşketin werar kirin bi pêş xistin -bernameya werarkirina avadaniyê pêşniyarên pêşxistina rewşa welêt werbadan/werbadide/ werbade li hev alandin werbûn/werdibe/werbe 1. bi deverûkî pelişîn erdê 2. qulopanîkî gindirîn werdek cureyekî heywanên bibask ên malê ye, cureyekî wan ê çolê jî heye, ji qazan biçûktir e û pir ji avê hez dike; sone werê wisa, wilo werger tercume wergerandin/werdigerîne/ wergerîne 1. tercume kirin 2. qulibandin 3. hilweşandin wergerîn/werdigere/ wergere 1. ji zimanekî derbasî zimanekî din bûn 2. ji temtêlekî derbasî yeke dîtir bûn 3. qulibîn 4. hilweşîn wergêr tercuman wergêrî tercumanî wergirtin/werdigire/ wergire 1. hildan 2. standin 3. li xwe kirin werhatin/wertê/werbê gevizîn werimandin/diwerimîne/ biwerimîne 1. nepixandin 2. perçifandin werimîn/diwerime/biwerime 1. nepixîn 2. perçifîn weris 1. bendê stûr ê hûnandî 2. mîratxur *“mar pê veda, ji siya wêris tirsiya” weritandin/diweritîne/ biweritîne 1. şaşwaz kirin 2. xalifandin 3. xurifandin weritîn/diwerite/biwerite 1. şaşwaz bûn 2. xalifîn 3. xurifîn werixîn/diwerixe/biwerixe terixîn werm temtêla tiştê ku nepixiye û hilpingiriye; 439 wexer kirin perç werqilandin/diwerqilîne/ biwerqilîne sekinandin, rawestandin werqilîn/diwerqile/biwerqile sekinîn, rawestin werqîl barê girêdayî; balî wert 1. zuriyet 2. nifşên nûhatî werwere demançe, şeşar werz 1. demsal 2. bîstan 3. rewş û temtêl werze 1. zanistên hesabî 2. ziraet, çandinî werzeba cureyekî bayên bakura rojhilat e werzek 1. zanayê zanistên hesabî 2. karkerê çandiniyê -wezareta werzeyê saziya karên çandiniyê werzêr werzek werzî demsalî werzişt 1. perwerdeya bedenî 2. riyazet werziştkar kesê ku bedena xwe perwerde kiriye wesan 1. hişyarî 2. îxtar wesandin/diwesîne/biwesîne 1. hişyar kirin 2. îxtar kirin 3. şandin pey wesem sorav wesle 1. parçe 2. gihaneka navbera tu tiştan wesp başbûna cureyê tiştekî west 1. betl 2. bizdîn -west girtin 1. vehesîn 2. rawestin westan 1. muhlet 2. navbir 3. rawestan westandin/diwestîne/ biwestîne 1. betilandin 2. bizdandin westîn/diweste/biweste 1. betilîn 2. bizdîn weş 1. qilqilîn û milmilîna tiştan 2. hej, leq weşan neşriyat, çapkirin -weşana yekser ragihandina zindî weşandin/diweşîne/biweşîne 1. çap kirin û belav kirin 2. hejandin, leqandin 3. rijandin weşanger kesê ku kovar, pirtûk û tiştên din çap dike û difroşe weşanxane firoşgeha ku pirtûkan çap dike û difiroşe weşîn/diweşe/biweşe 1. çap bûn û hatin belavkirin 2. hejîn 3. rijîn weşk 1. arek 2. kevn û kot weşweşîn/diweşweşe/ biweşweşe 1. milmilîn 2. çelexwarî meşîn 3. wekî sermestan tev gerîn wexer 1. koç 2. mirin wexer kirin 1. koç kirin 440 wexêr! mal bar kirin 2. mirin wexêr! oxir be! wexîm elametên aloziyê yên berî qeyranê wext dem, heyam *“her tişt di wextê xwe de xweş e” -wext teng bûyîn dema kirin û çêkirina tiştekî neman wextî demdemî wexm darbesta miriyan wey! baneşaneke şaşwaziyê ye wey li min! delîl li halê min! weyn 1. di kar an jî bernameyekê de peywira her lîstikvanî 2. hîle weyner hîlebaz weynê di kar an jî bernameyekê de lîstikvana jin weyno di kar an jî bernameyekê de lîstikvanê mêr wezaret 1. saziya dûgelê ya ku bi beşeke rêvebiriyê radibe; kizîrî 2. giregirî wezîr 1. kizîr, rêvebirê beşeke desthilatiyê 2. giregir

  • “her kes, wezîrê

mala xwe ye” wezn 1. kêş, pîvan 2. azîne wezne di saziyan de cihê ku diravan werdigire û dide weznedar peywirdarê li ber wezneyê wê awayê tewandî yê cînavka /ew/ê, cînavka yekjimarî ya ji bo kesa duyemîn wêje 1. edebiyat 2. tore -wêjeya devkî edebiyata tomarnekirî ya di nava axafgeran de -wêjeya nivîskî edebiyeta axafgerî, dîtbarî û nîgaşî ya ku hatiye tomarkirin wêjeyî 1. edebî 2. toreyî wêjemend 1. edîb 2. torevan wêjenas 1. pisporê edebiyatê 2. pisporê toreyê wêl 1. ajala ku ji keriyê xwe veqetiyaye 2. beredayî wêne 1. resm û şikilên ku tiştên heyî li ser kaxezê dinimînin; nîgar 2. cure, awa *”sê wêne dost hene: nano, gano, cano” -wêne girtin şikil kêşan wêneçîrok çîrokên ku bi wêneyan hatine şîrovekirin wêneguhêz/wênegir amûra ku dîmenan wekî wêneyan vediguhêze ser kaxezan wênekêş kesê ku bi wêneguhêzê wêneyan dikêşe wêra egîd, wêrek 441 wîştewîşt wêran kavilbûyî û xopan -navekî giran li ser gundekî wêran navdariya bêbingeh wêran bûn kavil bûn, kevir li ser kêvir neman wêrane cihê kavilbûyî wêran kirin kavil kirin, kevir li ser kêvir nehiştin wêrandin/diwêrîne/biwêrîne 1. han dan 2. cesaret dan yekî wêrek bêtirs û egîd wêrîn/diwêre/biwêre 1. cesaret kirin 2. netirsîn

  • “tu bihusta wî zêr

daynî newêre” wiha bi vî awayî wijdan seheka berpirsiyariyê

  • “dilê hişk, wijdan

tê de nasitire” wilayet parêzgeh wilo wiha, wisa winda 1. berze 2. binevat 3. têkçûyî 4. heliyayî winda bûn 1. berze bûn, ji dest çûn 2. têk çûn 3. binevat bûn 4. helîn winda kirin 1. berze kirin, ji dest kirin 2. têk birin 3. binevat kirin 4. helandin wir awayê tewandî yê cînavka /vir/ê wiş! baneşaneke di wateya /pî!/yê de wird duaya domdar wirêne kirin (ji ber nexweşiyeke giran an jî di xewê de) gotinên beletewş kirin, ji bestan peyivîn wisa wilo, bi wî awayî wize 1. taqet, hêz 2. şiyan 3. vejen -wizeya gêrebayî hêza cereyanî -wizeya kakilî hêza atomî -wizeya mirovîn hêza însanî wî [I] awayê tewandî yê cînavka /ew/ê, cînavka yekjimarî ya ji bo kesê duyemîn wî [II] wiş!, pî! wîç vebijêrka pêkan û guherbar wîçewîç dengê çivîkan wîlayet eyalet, parêzgeh wîste daçek wîşt! [I] baneşana gazîkirin û hişyarkirinê

wîşt [II] silav, pate

wîştandin/diwîştîne/biwîştîne 1. gazî kirin 2. fîtandin yekî 3. uhî yekî kirin 4. meçêtir miseletî serê yekî bûn 5. bi fîqê hişyar kirin -ma hinekan wîştandiye te? 1. ma tu dîn bûyî? 2. hinekan nav te daye/ niçandiye te?

wîştînî fîtînî

wîştewîşt dengê fîqê yî domdar

wîtewît dengê teyr û çivîkan î domdar

wuçan 1. navber 2. sekn, rawest -wuçana asayî betlaneya salane ya karmend û karkeran

-wuçana nexweşiyê betlaneya ku karmend û karker di dema nexweşiyan de bi kar tînin

-wuçan dan navber dan

-wuçan girtin bi wêneguhêz an jî dîmenguhêzê rawesta tiştekî ecibandin û wêne/dîmen kişandin

wuşe peyv, kelîme, bêje

wuze vejen, taqet

wutû hesinê ku di avasaziyê de tê bikaranîn