Wîkîferheng:demirhan-u

Ji Wîkîferhengê


u/U tîpa bîst û pêncemîn a alfabeya kurdî ye; dengdêreke kurt e, cîderka wê navderkî ye, di belavbûna wê de dev gilover e û asta belav-bûna wê bilind e

ufuq aso

uh! baneşana tirsandinê -uhî yekî kirin tirsandin û qewirandin

umet 1. bawermendên ku peyrewiya Cn. Pêxember eleyhiselamî dikin 2. peyrewên pêxemberên din (silava Xwedê ser hemûyan be)

umîd hêvî, bendeman, omit, mefer

umîdwar hêvîdar, bendewar, omitwar, meferdar

umr 1. emr 2. temen *“heta Heleb bû Heleb, umrê pîrika te çû”

umre ji bilî rojên hecê yên diyarkirî tewafa Beytê

urf dab û nêrît -urfa deverê dab û nêrîtên herêmê

urûsî pace

uryan rût, tazî, şilf û tazî

uskere tas

utifk gûşiyekî tiriyan ê biçûk