Wîkîferheng:demirhan-t

Ji Wîkîferhengê


t/T tîpa bîst û çaremîn a alfabeya kurdî ye; dengdareke ku cîderka wê diranî ye, awayê belavbûna wê girtî û hişk e ta [I] 1. bend 2. têla porî

  • “ta bi ta dibe rih”

-tayê li dû şûjinê kesê ku hevsarê kar û barên wî di destê hinekan de ye -ew tayê tenê ye piştmêrên wî tunene -tayekî jê bikşînî sed pîne dê jê bikevin 1. tu dibêjî qerpal êdî riziyane 2. pîneyên kincan bi tayekî bi hev ve sekinîne ta [II] teref, alî -tayî hev kirin 1. danîn ber hev 2. rû bi rûyî hev kirin 3. qiyas kirin 4. hevrû kirin *“jin dirêse, belê nizane tayî hev bike” -ta girtin alî girtin ta [III] qat, taq ta [IV] cureyekî nexweşiyê ye *“ta, ji mirinê çêtir e” -ta lê rabûn heraret lê rabûn -lerza tayê (ji ber herareta nexweşiyê) awayekî ricafa xeternak e ta [V] hinkuf, deng -tayê terazûyê tasikeke te-razûyê -tayî wî kes tune dengî wî kes nîn e ta [VI] heta -ta roja îroyîn hetanî vê rojê ta [VII] çiqê darê tab roniya rojê tabir dermanên dijî nexweşiya tayê tabût 1. darbesta miriyan 2. qûn, tilor tac pûşiya serê mîran a ku elameta serweriyê ye

  • “aqil taca zêrîn e, li

serê her kesî nîn e” taf 1. bela 2. nexweşî tafîl/tafîr tehfîr taet ibadet, bendetî *"xewa aliman, çêtir e ji taetên sofiyan" tagir terefgir, alîgir tagirî alîgirî tagirî kirin alîgirî kirin tahde 1. zulm, sitem 2. azar -tahde lê kirin 1. bi nehe- T 398 tahm qî lê dan 2. azar lê kirin tahm 1. seheka ku ziman tê derdixe 2. çêj *“her kes, tahma devê xwe dizane” tahmijîn/ditahmije/bitahmije bi çêja tiştekî re kêfxweş bûn tahmik xwarina ku di dafikê de tê danîn tahm kirin 1. bi zimên tê derxistin 2. çêja tiştekî nihêrîn tahmsar bêtahm, bêçêj tahmtîtik biçêj, bilezet tahmûsk qelş û qalikdana ku di lêvan de çêdibin tahmzêr avzêr tajî cureyekî heywanên nêçîrê yî sivik û zirav e; dişibihe kûçikan lê pir beza ye *“me girt tajî, derket toltajî” takekes kesayet, ferd, şexs takekesî ferdî, şexsî tal [I] tehl tal [II] vala -tal kirin vala kirin talan standina malê xelqê bi darê zorê *“talana mûstangê, livek ceh e” talan kirin çopandin

  • "zanîn, nayê talankirin"

-talan û tiraş kirin her tiştê heyî ji binî ve birin talaz toz û xubar talde 1. cihê ku bîner nabîne, cihê ku tav lê nakeve; qûze 2. berqef

  • “taldeyê şêran, ji sitara

rûviyan çêtir e” talih siûd, bext *“talihê rindan xirab e” -talih çê hatin kar li hev hatin talî dawî tal kirin vala kirin tam [I] tehm tam [II] 1. bêqusûr 2. bêkêmasî taman fetrûma rehekan taman kirin fetrûm kirin tamjimare jimareyên wekî 1,2,3 û hwd ên ku wekî 1.3, 0.5 û hwd ne şikestî ne tan dîwarê ji qêmîş; kotanî, çît tana hawarî -tana hatin hawarî hatin tanc desthilatî tang 1. tûş 2. alî *“her kes, royê di tanga xwe de dibîne” tanût tinaze, qerf tapan darê meht ê ku li ser kersengên erdê cotkirî tê gerandin da ku bipelixin û hûr bibin tapik [I] dafik, tele tapik [II] lûtke tapir tivinga nêçîrê tapî penageh taq 1. dîwar 2. qat 399 tart taqiçk dîwarekê nizm ê ku li serê tê rûniştin taqet hêza şiyanê; qudûm, mecal *“dil heye, taqet tuneye” taqî azmûneke ku ji her pirsekê re çend vebijêrk hene û lêbelê ji wan yek tenê bersiva rast e taqîgeh cihê ceribandinên zanistî taqî kirin azmûn kirin tar [I] xîm, hîm, bingeh tar [II] 1. xeleq, xeleqa dorê 2. qawêr, gergere 3. amûreke çinînê ye

  • “palê xerab, das û tarê

diguhêre” -tara bêjingê gergereya seradê tar [III] tax -tara guhê bajêr taxa ku ji navenda bajêr dûr e tar [IV] lîs tar [V] şaşik tar [VI] katara stûyî tar [VII] kit -tartarî kitkitî, belawela -tar û mar belawela tar [VIII] kêf taraw 1. nefy, tehcîr 2. penaberiya mecbûrî tarawgeh 1. cihe sirgûnê; menfa 2. penageha bêgaviyê tarî 1. tîr û girtî, nezelal 2. tarîban û neronak

  • “di tariyê de, çira ro

ye” tarîban rewşa bêronahiyê tarî bûn 1. êvar bûn 2. reng girtîtir û tîrtir bûn 3. rewşa bînahiya çavan xera bûn tarîgewrk şevereşa pêşîn û paşîn a şevê tarîgan cureyekî zêd e û dişibihe gênim tarî kirin 1. êvar bi ser de anîn 2. reng girtîtir û tîrtir kirin 3. rewşa bînahiya çavan xera kirin tarîparêz dijberê pêşketinê; tedhîşkar tarîparêzî dijberiya pêşketinê; tedhîşkarî tarîstan şevereşa ku hemû deverê radipêçe tarîtî rewşa bêronahiyê û nezelaliyê tar kirin par ve kirin tarmilandin/ditarmilîne/ bitarmilîne qemîçokî/ qerçûmekî kirin tarmilîn/ditarmile/bitarmile qermîçokî/ qerçûmekî bûn tarovaro belawela tarovaro bûn ji hev belav bûn tarovaro kirin belawela kirin tart parçeyê ku bi dirêja400 tartale hî hatiye qutkirin tartale pirtevekirin û standina malê xelqê; oxilme tas/tasik amaneke avê ya hera biçûk e *“tas çingiya, ha rast ha derew” -tasa sêrî tepika seriyî -tasek ava sar bi ser de vexwarin 1. hêvî jê birîn 2. dest jê veşûştin 3. ji kîs çûyîn û êdî venegerîn taswas şaşopaşo taştê xwarina danê sibehê

  • “taştê di hênikahiyê

de, şîv di ronahiyê de” tat [I] kesê ku di axaftina xwe de dianiqe; lal tat [II] kesê ne ji êlê; pêgirtiyê dereke tatêl/tatûl xema ku ji ber nediyariyê pêk tê; meraq tatêl ketin dil û hinavan ji ber bilaniya karesatekê xemgîn bûn tav 1. gerestêrka rojê 2. roniya rojê *“tav bavê, av diya zeviyan e” -bi tavê re hatin û bi teyrokê re çûn bi derengî bi dest ketin û bi lez ji dest çûn tavehîv heyva çardeşevî; heyveron, nîma tavgeh di bihar û havînan de cihê bêhnvedan û dembihurandinê yî ku tav lê dide û av lê heye tavgestî birîna ku ber tîrêjên tavê maye û hilpingiriye tavgestî bûn (birîn) ber tavê man û werimîn tavilê 1. talîkê 2. wê gavê û bênavber 3. pê re û nişkê ve tavistan havîn tavî barana kêm a ku ne domdar e tawan 1. guneh 2. sûc -tawanê abûrşikên sûc û gunehên ku ji anora mirovî digirin tawanbar 1. kesê ku gunehek lê tê barkirin 2. kesê ku sûcek lê tê barkirin tawanbar kirin 1. guneh lê bar kirin 2. sûc lê bar kirin tawankar 1. gunehkar 2. sûcdar tawan-nasî pisporiya awayê pêkhatina sûc û gunehan tawe amaneke malê ya ku tehtevêlkî ye û tê de xurekên zûpij tên pehtin; boçesêlîn, miqilk tawis 1. li cem kurdên berê navê pûtekê tavê ye 2. cureyekî teyrên dîmenxweş û rengîn e

  • “heçî dîtina tawisî

bivê, divê germa Hindistanê jî qebûl bike” tawî kesê ku bi nexweşiya tayê ketiye tawî bûn tûşî nexweşiya tayê hatin tawûg taxûk tax 1. birek malên gund an jî bajarekî; mehele 2. desteya ji heman malbatê taxim desteyeke têkûz -taximê sîng û beran ber û pêsîrên jinan taxurk nasirge, girgirok taxûk alava barkêşiyê ya ku li ser berfê tê şemitandin taybet wesfên ku aîdî yekî tenê ne taybetî 1. xusûsiyet 2. rewişt -bi taybetî nemaze taybetmend xwedanrewişt taybetmendî rewşa kes an jî tiştê ku xwediyê hin wesf û rewiştan e taye 1. toterîk 2. şeyt taytore 1. sersar û bêkêr 2. olintî û yax taze teze tazî 1. rût, uryan 2. xizan

  • “qûna tazî, tembûrê

dixwaze” tazûg taxûk te awayê tewandî yê cînavka /tu/yê -te dît kanî li ser danî warê ku te ecibandiye ne tu war e teba 1. kes an jî tiştê nediyar 2. cinawir *“teyr bi per û baskên xwe, teba bi qîl û diranên xwe, mirov bi hiş û fehmên xwe, digihêjin meqseda xwe” tebane derpiyê kurt tebat sebr û sebat tebatî (r) hevoka ku kirdeyê wê ne diyar e tebat kirin sebr kirin Tebax Gelawêj *“tebax e, tiriyan raxe” tebek 1. zag 2. cureyekî nexweşiya dev û lingên sewalan e tebeq cureyekî nexweşiyê ye tebeqe 1. qat 2. tetqal tebitandin/ditebitîne/ bitebitîne 1. aşt kirin, arimandin 2. veterisandin teber tevir tebitîn/ditebite/bitebite 1. aşt bûn, arimîn 2. veterisîn tebo cureyekî kêzikên ku bi xwîna giyaneweran dijî tebûr şene Tecal Decal -palanê kerê Tecêl karê 401 Tecal 402 tecrîd ku naçe sêrî û tim difeşkile tecrîd 1. rûtkirin 2. tenêhiştin tedhîş tirsandin û tehdîdkirin tedhîşkar eşqiya, rêbir tedhîşkarî eşqiyatî, rêbirî tefandin/ditefîne/bitefîne vemirandin, vekuştin tefîn/ditefe/bitefe vemirîn, vemirîn tefş parçeyê ku di carekî de hatiye birîn tefşik tiştê ku tê de qabiliyeta qutkirinê heye -diranên tefşik diranên ku bi kêrî gestkirin û qutkirinê tên tefşî tefşo tefşo amûreke xeratiyê ya ku bi kêrî birîn û darotina darikan tê teftî şorbeya gênim tef û tal pel û pot tegel şêl tegel kirin şêl kirin tegere egletî, asteng tehisandin/ditehisîne /bitehisîne 1. dehfandin 2. hilisandin tehisîn/ditehise/bitehise 1. xwe li ser piyan negirtin 2. hilisîn tehîn doşava kunciyan tehjî tajî tehl 1. neşirîn 2. tûj 3. biazar *“giyayê hewşê, tehl e” tehl bûn 1. şirîn nebûn 2. (tahm) tûj bûn 3. ji azarekê êşîn *“gayê baş, bi serbaran tehl dibe, mêrê baş bi xereban tehl dibe” tehlî 1. neşirînî, tûjî 2. azar û rexne 3. cureyekî çêreya ku binçirka wê tehl e û di dermansaziyê de tê bikaranîn -tehlî û niç gilî, qazinc û rexne tehl kirin 1. şirînahî jê birin 2. tahm tûj kirin 3. bi azarekê êşandin tehn gotina tûj -tehn lê dan 1. berî dan 2. gotina tûj jê re kirin tehr awa, celeb tehre kelegerma havînê ya dema nîvroyan teht kevirê meht tehtevêlkî rast û tenîsk -legana tehtevêlkî amana xwarinê ya ku zêde ne kûr e tej [I] 1. berik 2. (beriya bi hev ve dirûnê) her parçeyekî kon tej [II] bazar -tej kirin bazar kirin tejane 1. erdê ku her çar aliyên wî bi çiyan ve rapêçandî ne û ava hemû aliyan dikişe navendê 2. kana madenan tek bê awarte yek tenê -tek û tûk kêm caran tekandin/ditekîne/bitekîne 1. çelqandin 2. hejandin tekane yekane tekbîr gotina “Allahu Ekber!” ê -tekbîr anîn “Allahu Ekber!” gotin teketek yek bi yek, yekoyeko tel [I] xwar -tel kirin xwar kirin -kumê xwe tel bigire! kêfxweş be! tel [II] careke lêxistina bi qiloçan -bi telan hatin hev (sewal) bi qiloçan êrîşî hev kirin tel [III] careke lêxistina bi şiva holetelê -telê xwe xwarin 1. dora lêxistina xwe temam kirin 2. pel xwarin, gon xwarin telan parçeyek erd telandin/ditelîne/bitelîne 1. aşt kirin 2. xew re kirin -xwe lê telandin 1. dizîka li yekî payîn 2. dizîka ji yekî re kemîn danîn telar 1. koçk 2. balexane telaş 1. kelefeyê tayî 2. arekê ku ber darên qutkirî dimîne; talaz telaşe coşiya ku bi xwe re şaşwaziyê tîne tele 1. rastahiya ku di nav xilxileyê keviran de ye û li cihekê asê ye 2. dafik, kemîn -ketin teleyê ketin kemînê telebkar deynxwaz telef bûn dêrz bûn telef kirin dêrz kirin telemişk dafika mişkan teletel dizîka û veşartî -teletel payîn dizîka û veşartî raçav kirin telew dêlese, dêlegur û mahû û ajalên din ên ku dema gonxwarina wan hatiye telew bûn ketin dema gonxwarinê û lê sor bûn telêz yom, pêpal telikîn/ditelike/bitelike terikîn, (heywanên wekî dêlese, dêlegur û mahûyê) têjik anîn teliqîn/diteliqe/biteliqe telikîn telîs derdaneke ku ji bardanî biçûktir e telp [I] 1. komeke ewran 2. refeke çivîkan telp [II] xwî -telpinan baş e hin xwiyên wî yên baş jî hene 403 telp 404 telptelpî telptelpî xwediyê kesayeta guherbar telwe dûrda ku di binê pingana qehweyê de dimîne tem [I] mij tem [II] mija ku di nav stêrkan de xuya dibe tem [III] niyêt -tem kirin niyêt kirin temam kemilî temam bûn kemilîn temam kiri kemilandin temar 1. giraniya xewê 2. xewa giran temartin/ditemêre/bitemêre 1. çal kirin, binax kirin 2. bincil kirin, serpeçûm kirin 3. agir vemirandin temartî 1. veşartî 2. vemirî temaşe 1. raçavî 2. nihêrîn

  • “temaşe, ji mêwijan

xweştir e” -temaşe li paş e ev hê lolo ye û lêlê li pey re tê -lê temaşe kirin lê mêyzenandin, lê nihêrîn temaşekar bîner temaşevan bîner temawî mijawî tembekî titûna kokosê temberî tûncik, çûncik tembûr cureyekî amûrên mûsîqayî ye tembûrvan pisporê jenîna alava tembûrê teme 1. tenbîh, hişyarî 2. şîret -temeya min li te bila şîreta min di guhên te be -temiya bavan şîretên ku pêşiyan li me kirine teme kirin daxwaz kirin temel mal û milk temen salên jiyan an jî hebûnê temendirêj kes an jî tiştê ku gelek salan jiyaye temendirêj bûn gelekî jiyan temendirêjî rewşa kes an jî tiştê ku gelek salan jiyaye temenkurt kes an jî tiştê ku hindik salan jiyaye temenkurt bûn hindikekî jiyan temenkurtî rewşa kes an jî tiştê ku hindik salan jiyaye temerî porê ku dadikeve ser eniyê; tûncik temezî mêzereke rengrengî ya ku li dora kofiyan tê alandin temirandin/ditemirîne /bitemirîne tefandin temirîn/ditemire/bitemire tefîn, vemirîn temz karê pevekirina hesinên şikestî; lehîm, kewandin temizandin/ditemizîne /bitemizîne (hesinên şikestî bi hev ve) lehîm kirin, kewandin ten tiştê ku cihekî digire û giraniyeke wî heye; laş tena 1. rehet û aram 2. hêmin 3. aşt û negiriyayî tenaf şirît, weris tenafbaz kesê ku li ser şirît û werisan dilîze tenahî 1. aramî 2. hêminî 2. aştî tenbel teral tenbel bûn teral bûn tenbelî teralî tenbû cureyekî heşeratan e; gen tendurist kes an jî tiştê ku tu nexweşiyeke wî tune ye; bisihet, bijûn tenduristî temtêla bênexweşiyê û xurtiya bedenî; jûn, sihet tenduristînasî zanistên ku pisporiya wan têkildarî jûnê ye tendûr 1. cihê ku tê de nan tê pehtin 2. sîtila ku di navgînên raguhastinê ên kevn de ardû diavêtinê

  • “zavayê li ser xezûran,

seyê li ber tendûran“ teneke 1. hesinê qelakirî 2. debe, kod 3. navê giştî yê hemû amanên ji tenekeyî tenê 1. bi serê xwe 2. livek/ hebek teng [I] 1. nefireh 2. şidiyayî 3. kêmber *“mêrê çê di roja teng de tê fêmkirin” teng [II] 1. qûşa zînê hespan 2. werisê ku pê bar tên şidandin tengal parxan, newq tengasî 1. destengî 2. xizanî 3. sergêjî tengav 1. bêzar 2. bêhnçikiyayî

  • "zivistan, tengava

mirinê ye” tengav bûn 1. bêzar bûn 2. bizdîn 3. aciz bûn tengav kirin 1. bêzar kirin 2. bizdandin 3. aciz kirin tengayî 1. nefirehî 2. xizanî 3. xela 4. canbêzarî 5. tengasî *“piştî tengayiyê, firehî tê” tengbîn kesê ku tiştan di qadeke kêmber de difikire û dinirxîne; bedbîn teng bûn 1. ji firehiyê çendek daketin 2. kêmber bûn 3. şidîn tengerê 1. şiverê 2. riya berteng tengezar bêhal, bêmecal tengezar bûn 1. betilîn 2. hetikîn tengezarî 1. bêhalî, bêmecalî 2. tengasî tengezar kirin 1. betilandin 2. hetikandin tengijandin/ditengijîne 405 tengijandin 406 tengijîn /bitengijîne 1. dev lê tehl kirin 2. bihêrs kirin tengijîn/ditengije/bitengije 1. di navê de man 2. rik hatin, bihêrs bûn teng kirin 1. ji firehiyê çendek daxistin 2. şidandin 3. kêmber kirin tenik zirav û nazik tenik bûn zirav û nazik bûn tenikî ziravî û naziktî -tenikiya rêvebiriyê gerandina kar û barên îdarî bi awayekî dûrî nepenî û derzagoniyê tenik kirin zirav û nazik kirin tenişder çarçiveya dêrî; rûderî tenişt kêlek, tehêl tenî reşahiya ku ji ber dû û duxanê li binê feraqan ve çêdibe *“filan kes zaca Helebê ye, teniya bi don e” -tenî girtin (ji ber dû) hîsê pê ve girtin -tenî kirin riswa kirin tenîper rûpeleke rengîn a ku dikine nava du kaxezan da ku heman nivîsê derbasî ya li binî jî bike tenûr tendûr *“tenûr, nesincire, nên napêje” tenza kirin leva kirin, belav kirin tep [I] dek û dolab tep [II] şeqam, sîle -tepek û du tep lê xistin çend şeqam avêtin yekî tep [III] kêrt, gir -tepê li pêşberî gundî girê/ kêrtê li pêşpala gundî tep [IV] rûxan -tep bûn rûxîn -tep kirin rûxandin -bi ser de tep kirin bi ser de hilweşandin teparik parçeyê ku pê tiştên devteng tên girtin tepedor dervankê darîn ê ku pê devê amanên devteng tê girtin tepeserî zulm, sitem, zordestî tepeser kirin tahde lê kirin tepik 1. gilfika herî û rêxê 2. kermeyên ku bi dest tên çêkirin tepil cureyekî amûrên mûsîqayî ye tepink teqemeniya ku di bin erdê de tê bi cih kirin û gava giranî têkeve serê diteqe tepisandin/ditepisîne/ bitepisîne 1. (bi awayekî kîp) dagirtin 2. tahde lê kirin 3. ritimandin tepisîn/ditepise/bitepise 1. (bi awayekî kîp) tijî bûn 2. tûşî tahdeyê hatin 3. ritimîn tepiş qabiliyet teplû nexweşiyek e tepres dekbaz, fendbaz teqal girover, tehtevêlkî teqandin/diteqîne/biteqîne 1. gule berdan 2. behicandin 3. bi teqemeniyê belawela kirin teqel di xalbendiyê de nîşaneya bendikê teqemenî bûjenên wekî gule û barûtê yên ku diteqin teqereq 1. dengê teqîna teqemeniyê 2. teperep

  • “teqereqa feraqan, şeqeşeqa

pereyan, fîqefîqa jinan, fireh dike dilan” -teqereqa ji bo dinyayê kudandina ji bo domana jiyanê teqez 1. miheqeq, mitleq 2. lezgînî teqil giranî teqilandin/diteqilîne/ biteqilîne 1. giraniya tiştekî pîvan 2. hejandin teqin herî teqinandin/diteqinîne/ biteqinîne di heriyê de gut kirin û çikilandin teqinîn/diteqine/biteqine di heriyê de gut bûn û çikilîn teqizandin/diteqizîne/ biteqizîne pengizandin teqizîn/diteqize/biteqize pengizîn teqîn/diteqe/biteqe 1. bandora teqemeniyê xuya bûn 2. dengê teqemeniyê hatin, gurmîn teqle qulopanî -teqle avêtin 1. qulopanî kirin 2. xwe gêr kirin teqlîd cure teqlîde sexte teqoze 1. xerabe 2. geveze 3. feramûşbûyî *“aşê teqoze, arvên nahêre” teqteqoşk 1. demançe 2. demançeyên zarokan ter 1. çêre û dara şil a ku hişk nebûye 2. neceribandî 3. nûgihiştî *“bi qîzan re neçin, qîz ter in; bi jinebiyan re neçin, zehf digerin” -ter kirin giya û darik bi avê nerm kirin -ter û can ciwan -ter û hişk tev şewitîn heq û neheq gişt tûşî bobelatekê hatin tera bûn ji jorê ber bi jêrê ketin terad pêşbirk teraf elametên beriya xwêdanê -terafên xwêdanê germahî û şilahiya ku beriya xwêdanê di lêş de pêk tên teraf kirin rûçikandin terahî rewşa hêşînbûna 407 terahî 408 teral çêre û daran teral 1. selexane, lexer 2. kêmxebat 3. fizirok

  • “bibêjin lal e, mebêjin

teral e” teralî 1. selexanetî, lexerî 2. kêmxebatî 3. fiziroktî terandin/diterîne/biterîne qewirandin terane 1. tinaze, qerf 2. henek teraqî aviyeke şirîn a ku mêş ji kulîlkên curecureyî tînin û pê hingivî çêdikin teraş kirin 1. darijtin 2. kurtisandin teratin çûn û hatin -riya teratinê riya çûn û hatinê terawil dirinde teraz hevseng terazîn 1. hevraz 2. berpal terazû amûreke pîvandinê ya ku ji du çaviyan pêk tê û di çaviyekî de mengiranî û a din de jî giranî tê danîn; mêzîn terazûn 1. hêza dûgelê ya aborî 2. pêşniyara ku derhat û mezaxtinê bi awayekî hûrgilî û ji bo demeke kifşkirî nîşan dide ter bûn (dar û giya) di avê de nerm bûn ter kirin (dar û giya) di avê de nerm kirin tere û tûre axaftina beletewş û berevajî teremast mastê ku di parzûnekî de hatiye dawerivandin û ji bo zivistanê hatiye parastin tereng rengê tarî tereqe dûvçika fîşenga teqiyayî tereqî cureyekî xoxan e teres qewad, qebrax *“teresê dinyayê, mal bar kir û bir ba mala bavê jinê” teresî qewadî, qebraxî *“ teresî, ne karê mêran e” terez zîpik terg gijloka gir terk valahiya di navbera pîneyê pêçandî; qelş -terka zikê kengerê bêrîka ku bi zikê kengerê ve ye û têjika xwe dikê -pere kirin terka şaşikê dirav di nav qatên şaşikê de veşartin terifandin/diterifîne/ biterifîne 1. (çav) êşandin 2. dariştin, teraş kirin terik 1. êzingê ter 2. şiva mezin 3. mûzî terikandin/diterikîne/ biterikîne 1. hiştin 2. jê vegerîn 3. dest jê şûştin, dev jê berdan terikîn/diterike/biterike [I] telikîn terikîn [I] 1. pir girs 2. pir fireh 3. pir giran terixandin/diterixîne/ biterixîne (mêwe) bi emadê wan stewandin terixîn/diterixe/biterixe (mêwe) bi emadê xwe stewîn terî boç, dêl, dûv -terî lê badan bêhn lê çikandin -teriya xwe kirin nav şeqa xwe ji tirsan dengê xwe nekirin û bêxîretî qebûl kirin terîj pîneyê kêmber û dirêj terîjk pîneyê kêmber û dirêj ê ku pê birînan girêdidin terk [I] destvekişandina ji tiştekî û li ser halê wî hiştin -terk kirin terikandin terk [II] derz, cerx, qelş -terk lê ketin derz lê ketin terke çiqilê ziravik terkî 1. siwarbûna li pişt yekî 2. maweya di navbera zîn û hêtên lêsiwariyê -avêtin terkiya xwe 1. kesek li pişt xwe siwar kirin 2. tiştek li pişt zîn ve girêdan 3. selikek bi keleyê erebeyê ve girêdan terkedinya 1. munzewî 2. ji bayê dinyayê bêhay terkeser beredayî, bêwar terkîb peyvebend terlan xortê bedew î çeleng term 1. cesed, laş 2. kelax 3. komeke stêrkan e -Termê Merxê komstêra ku bi heft stêrên xwe ve weke çoçikê ye -Termê Adem komstêra ku Termê Merxê biçûktir e terme di bihar û havînan de cihê rûniştinê yî ber derê malê; hewş terpeterp dengê meşîna giyaneweran û avêtina dilî terpilandin/diterpilîne/ biterpilîne şewişandin terpilîn/diterpile/biterpile 1. tehisîn, şimitîn 2. milmilîn, weşweşîn terpîn/diterpe/biterpe dilê zindî bi terpeterp avêtin terpûş 1. şara serê jinan; mêzer 2. kes an jî tiştê ku spehî xuya dike terq tiştên sertûj ên wekî hesin, dar, ber û hwd terqandin/diterqîne/biterqîne 1. ji hev belawela kirin 2. tarovaro kirin 3. behicandin û çewisandin 409 terqandin 410 terqîn terqîn/diterqe/biterqe 1. ji hev belawela bûn 2. tarovaro bûn 3. behicîn û çewisîn ters [I] 1. çewt 2. berevajî 3. peşk, pêxem ters [II] gemara ker û hespan tersî 1. çewtî 2. berevajîtî 3. pêxemî terskul ters terş [I] cendek, mirar terş [II] 1. hemû sewalên kedîkirî 2. nexweşiyeke sewalan e 3. sewalên talankirî terş [III] dêw, tewa, ûc tertepêl gotegot, pizepiz tertilîn/ditertile/bitertile 1. ji hev veqetîn 2. pelate bûn 3. tarovaro bûn terwende tiştê ku her car pêk nayê; degme terx bêqusûr, bêeyb terxan kirin 1. veqetandin 2. jê re mezaxtin 3. diyarî kirin -terazûna terxankirî budceya ku ji karekî taybet re hatiye veqetandin terxîs ruxset, destûr -terxîs bûn (leşkerê bêpaye yê ku perwerdeya cengê dîtiye) vegerîn malê -terxîs dan destûr dan -terxîs kirin (leşkerê bêpaye yê ku perwerdeya cengê dîtiye) şandin malê terye heramî, diz terz awa, usûl terzî kincdirû teselî 1. pirsîna li rewşa yekî/tiştekî 2. qilalî teselî kirin 1. li rewşa yekî/ tiştekî pirsîn 2. kesek/ tiştek payîn û ji rewşa wî agehdar bûn tesîr bandor, eser tesk [I] kêmber tesk [II] hemaset, xwîngermî teslîm radest teslîm kirin radest kirin -teslîmî Xwedê kirin 1. emanetî Xwedê kirin 2. neheqiya ku lê hatiye kirin erzehalî ba Xwedê kirin teşe awa, tehr, dirûv -teşe girtin 1. dirûv girtin 2. di qalibekî de ro bûn teşim di bajêr de riya binerdî ya ku ji bo vederkirina ava gemar hatiye vekolan teşî alava ku pê rîs tê ristin

  • “keç teşiya diya xwe

radike, law tîra bavê” teşk ji aliyê piştê ve geha lingan teşq bandora sermayê teşqele 1. xiroşî 2. pêxemî 3. bela -ketin teşqeleyê 1. ketin bela û heyteholê 2. ketin heys û beysê -teşqele derxistin 1. arîşe derxistin 2. bûn sedema lecê û devjeniyê teşt 1. amana ku kinc an jî feraqên malê tê de têne şûştin 2. amana ku hevîr tê de tê stran teşwîq 1. niç û navtêdan 2. piştgirî teşwîq kirin 1. niçandin yekî û nav tê dan 2. piştgirî dan yekî/karekî tet/tetik (di zimanê zarokan de) dest/destik teter pîlik tetirxan nexweşiya ji ber xwarineke jehrîn, afnikî an jî xirabûyî tetirxanî kesê ku xwarinekê jê girtiye -tetirxanî kirin ji qehran behicandin tev gişt, hemû *“axa riyan tev dizane, lê riya qenciyên gel nizane” -bi tevayî 1. bi giştî 2. hemû tê de -tevî tiştekî pê re, ligel

  • “hespê çê, tevî qeyd û

merbenda xwe diçe şerî” tevayî bi hevre tev dan 1. bi hev dan 2. tev li hev kirin 3. bi ser hev xistin tevdêr alava ku pê mêwe tên guvaştin û ava wan tê derxistin tevdîr 1. tedbîr 2. semt 3. hişmendî *“ava bîran bi tevdîran” tevdêr amûra ku pê tişt tên tevdan tevger 1. bizav, hereket 2. temtêl *“ava golan bê tevger e” tev gerîn livîn û hereket kirin tevir alava erdkolanê; koling

  • “însanê bêesas, ne

dibe tevir ne dibe das” tevir kirin 1. pêmer kirin, mer kirin 2. vekolan tevizandin/ditevizîne/ bitevizîne (laş) bi derba sext an jî bi dermên bêtevger kirin tevizîn/ditevize/bitevize 1. wekî bêruh bûn, wekî can jê kişîn 2. ji ber bandora dermên we-kî bêruh bûn 3. (hin sewal di zivistanan de) ketin xeweke giran tevkar alîkar tevkarî 1. hevparî 2. hevalbendî 3. beşdarî tevkujî qetliyam tev lê bûn 1. bi ser ve bûn 2. pê ve bûn 3. tê de bûn, beşdar bûn tev lê kirin 1. bi ser ve kirin 2. pê ve kirin 3. tê de kirin 411 tev lê kirin 412 tevlihev tevlihev 1. bi ser hev de 2. têvel tev li hev bûn ketin nava hev tev li hev kirin berdan ser hev tevn dezgehê raçandina berik, xalîçe, xurcik û hwd *“tevn ku li dar ket, êdî li erdê namîne” tevnepîr tora ku pîrhevok radiçînin tevnî her du darên ku firêta tevnê lê dialînin tevş kevirê meht ê bi qasî destekî tevşo tefşo tevtal kel û mel tevtevîk alaveke mûsîqayê ye tevz [I] terane, laqirdî tevz [II] rewşa wekî bêgiyanbûnê ya endamên giyaneweran -tevz dan xwe xwe vepezinandin tevzî di dema tirs an jî ricafê de jana ku di rehên cendêk de peyde dibin tew qe, qet, hîç -tew tew! peh peh!, hey lo lo! tewa teba tewal balinde tewan tiwanî tewandin/ditewîne/bitewîne 1. xwar kirin 2. çemandin tewandî 1. xwarkirî 2. çemandî

  • “serê virekan,

tim tewandî ye” tewang (r) ji ber hin egerên rêzimanî guherbariya di peyvan de tewaş rûn, zêt tewek nexweşiya kulbûna dev û piyên sewalan tewekor kesê ku dinêre lêbelê nabîne tewere mihwer, guzargeh -tewereya cîhanê mihwer û guzargeha dinyayê ya ku tê de dizivire tewişandin/ditewişîne/ bitewişîne 1. (da ku bi serbestî têkiliya zayendî dayne) sewalê nêr berdan nav sewalên mê 2. weşweşandin, milmilandin tewişî sewalê ku bûye mubtelayê têkiliya zayendî tewişîn/ditewişe/bitewişe 1. (heywanê nêr) hînî têkiliya zayendî bûn 2. weşweşîn, milmilîn tewiz xeml tewizandin/ditewizîne/ bitewizîne [I] 1. xemilandin, çîç kirin 2. araste kirin 3. ser û sîçeyê xwe têkûz kirin tewizandin/ditewizîne/ bitewizîne [II] têk birin, teqoze kirin tewizîn/ditewize/bitewize [I] 1. xemilîn, çîç bûn 2. araste bûn 3. (ji aliyê ser û sîçeyê xwe ve) têkûz bûn tewizîn/ditewize/bitewize [II] têk çûn, teqoze bûn tewîn/ditewe/bitewe 1. xwar bûn 2. çemîn *“hesin, bi germî ditewe” tewl 1. bend û zincîra ku davêjin stûyê sewalan 2. sirkeya kêp tewle [I] êwirgeha hesp û dewaran tewle [II] mesafe tewle [III] fizirîn tewlebaz fizirok, zûbizdok Tewrat pirtûka îlahî ya ku ji Cn. Mûsa eleyhiselamî re hatiye hinartin tews lez tewsandin/ditewsîne/ bitewsîne lezandin tewsîn/ditewse/bitewse lez kirin tewş [I] 1. kesê bêhevseng 2. sersar, ebter tewş [II] 1. bêkêr 2. bêfayde 3. bêxêr *“reş bi reşî kenî, beş çû û li newala tewş kenî” -nîgaşa tewş xeyala badilhewa tewşî şaşî tewtew zirpî tewz tirane, qerf -tewz kirin qerfê xwe pê kirin tewzim ferz tewzî kesê biaqil û balix texbî ji naylonê çêbûyî texe 1. deste 2. çîn 3. tax -texeyek kaxez desteyek kaxez texmîn pêzanîna tiştekî bi awayekî ku nêzikî rastiya wî tiştî ye texmîn kirin nêzikî rastiyê sêwirandin text rûnişteka mîran a ku nîşaneya desthilatdariyê ye *“berê text, ê jinan bûye lê xwan ji ber wan rabûye” -text û pa milk û fort texte tiştê ji darikê meht hatiye çêkirin textebend cureyekî rûniştekên ku çend kes dikarin li serê rûnin texterewan texteyekê ku nava wê datînin ser tiştekî û ji du aliyan ve lê siwar dibin; qirneqos textik darikê ku ji bo alavçêkirinê hatiye birîn textirme çinîna pêşwext textîn ji textikan çêbûyî teyar 1. keyskirî 2. mîhengkirî teyarî 1. amadetî 2. têkûztî teyfik tas, şerbik 413 teyfik 414 teyfî teyfî tiriyên ku rengê wan sorekî vekirî ye teyisandin/diteyisîne/ biteyisîne biriqandin teyisîn/diteyise/biteyise biriqîn teylesan şaşika dora kumê meleyî teyr çivîkên dirinde yên girs; balinde *“aqilê kurî, bi teyran re firî” -teyrê berateyan nefsekê ku li dûv malê belaş digere -teyr û tilûrên çolê çivîkên hûr û gir ên biyanî teyrok zîpikên girs; şexte teyrik teyrok *“zevî tuneye, teyrik mehne ye” tezandin/ditezîne/bitezîne 1. sar kirin, qerisandin 2. rawestandin 3. kuştin teze 1. nû 2. ciwan 3. ter

  • “teze hatin, kevn hilatin”

-sala teze sala nû tezepêkhatî dinyanedîtî, nû bidestxistî *“bila mirov deyndarê dewlemendan be, ne yê tezepêkhatiyan be” tezinga 1. xulekek berê 2. niha tezî 1. ava pir sar 2. janên kurtedemî tezînk 1. qerma ku ji ber tirs, serma, şerm û hwd dikeve laşê mirovî û nikare tev bigere; qutaf 2. herka gêreba, av û hewayê ya ber bi aliyekî -tezînka avê herka avê -tezînka gêrebayî herka cêryanê -tezînka hewayî herka bayî tezkere bawernameya ku saziyên artêşe didin leşkerê bêpaye yê ku perwerdeya cengê dîtiye tê 1. awayê lihevxistî yê daçeka /di/ û cînavka /wê/yê 2. dema niha ya lêkera /hatin/ê, awayê kurt ê /dihê/yê têbar dolaba ku tê de gewher, zêr û dirav tên parastin têbînî 1. şerh 2. rave, nîşe 3. haşiye têdan 1. têgerandin 2. bijinandin têger bijinok tê gerîn 1. tê dan 2. bijinîn têgih mefhûm tê gihiştin fêm kirin, sergihayî bûn têhn 1. tîn, germayî 2.heraret 3. tîbûn 4. hênik têhn bûn 1. hênik bûn 2. tî bûn têhnî tîbûn têhn kirin 1. hênik kirin 2. tî kirin têhnşîrî şîregerm, hênik têjik sewala nûzayî *“têjikên maran jî, bijahr in” --têjika sala xelayê pir birçî û çavçil -têjik anîn/derxistin/kirin 1. (sewala çarpê) zayîn 2. (balinde) cûcik derxistin têkber 1. raxistekên nava malê 2. kel û mel, pilî û pirtî -têkberên malê raxistek, rûniştek û arastekên malê têk birin 1. bi bin xistin 2. mexlûb kirin 3. bêbandor kirin têk çûn 1. bi bin ketin 2. tarovaro bûn 3. hilweşîn têk dan 1. nav tê dan 2. teşwîq kirin 3. niçandin têkel 1. tevlihevî 2. serhevde 3. têvel û rengrengî têkel kirin tev li hev kirin têketin [I] cihê ketin û derbasbûnê yî li hundir; dergeh -mişeya têketinê diravê ku ji bo temaşekirina şanoyekê, gera di nav perûkxaneyekê û hwd tê dayin têketin [II] di malperê de bişkoka derbazî naveroka malperê dike têkilî eleqe -tekilî danîn eleqedar bûn têkildar eleqedar têkoşer 1. şervan 2. berxwedêr têkoşîn/têdikoşe/têbikoşe 1. lê banîn 2. pê re mucadele kirin, ber xwe dan têkûz bêkêmasî û berkemal têl bendê ku ji madenên wekî hesin, mîs û hwd tê çêkirin û piranî di amanên nûjen de wekî raguhêza gêrebayî tê biakaranîn têlbend tiştê ku bi têlê hatiye girêdan têldirk têlên ku pê ve strî û dirik hene û pê dora cihên qedexe tê rapêçan; sîme -têldirk kirin sîme kirin têlmaş/têrmaş kes/tiştê ku hatiye terikandin têneper negerguhêz têper gerguhêz têr [I] (da ku bavêjin ser pişta sewalên barkêş) du telîsên ku aliyekî wan bi hev ve hatiye dirûtin têr [II] giyanewerê ku pêdiviya wî bi xwarinê tuneye; nebirçî, ziktijî -têr û tesel mişt tijî -têra tiştekî/yekî bi qasî ku pêwist dike *“ez he 415 têr 416 têrawis me û têra te me” têrawis çinîna dereng têr bûn ziktijî bûn *“kesê ku ji teşta xwe têr nebe, li mala xelqê qet têr nabe” tê re kirin 1. tê de çikilandin 2. tê de gut kirin 3. tê re derbas kirin têrê kirin 1. bi qasî pêdiviyê tev gerîn 2. besî tiştekî kirin *“hezar dost kêm in, dijminek têrê dike” têrik têra biçûk têr kirin 1. (zik) tijî kirin 2. dagirtin *“biharê xwe têr meke, payizê xwe bi derengiyê mexe” têrmal dewlemend, sermiyandar têrnexur hûrtirş, çavbirçî têr xwarin 1. (zik) tijî kirin 2. bi emade xwe xwarin

  • “têrxwarin tune ye,

lê belê danîn adet e” têvel curecureyî tê werdan 1. kilîn, kiyan 2. bi avê şûştin tê xistin 1. tê de danîn 2. bi cih kirin têz barûd tibab miqdar tif şileya devê giyaneweran; tûk tifal 1. zarok 2. ecemî, nûgihiştî tifaq yekîtî *“tifaqa mûstangan, çiyan jî qulqulî dike” tifik 1. kuleka bixêriyê; kufik 2. nepaxa hesingeran tifing çeka lûledirêj a bi dûvçik *“gotine: ‘dîno tifing çi ye? gotiye: ‘dev dirêj e, qûn qirêj e, dest davêjêyî ber davêje” tifingendazî meşqa guleberdanê tif kirin tûka devê xwe reşandin tifre paye, rade tift çêjeke ku di navbera şirînî û tirşiyê de ye; meyxweş tihok cureyekî daran e tihtavik pûng tijî 1. ne vala 2. bi dêv rê qûç -mişt tijî 1. bi dêv re qûç 2. heta dêv dagirtî tijî bûn (heta dêv) dagirtî bûn tijî kirin (heta dêv) dagirtin tik cihê dirûnê; kêl tika 1. lavayî 2. rica tika kirin 1. lavayî kirin 2. rica kirin til navik -tilî alastin hin sudên biçûk bi dest xistin tilik 1. girik 2. kome tiling dêl tilî pêçî *“avan da serî, çi bihustek çi çar tilî” tilîlî bangdaneke jinan a di şahiyan de ye -tilîlî avêtin (jin) di şahiyan de bang dan tilm mengiraniyeke pîvandina zêd e û bi qasî 23 kîloyan e tilor qûn, tabût tilove mişt tijî -gotina te ji çewtiyan tilove ye axaftina tijî şaşî ye tilp torte/dûrd, xilt tilpekî bûn piyên lingan ketin ber hev û nêzîkî ketinê bûn tilûr cureyekî çivîkan e tilx xilt, malêz tilyak bûjenên wekî esrar û şîrê xaşxaşikan ên ku serxweşiyê pêk tînin û lêş ditevizînin tilyak-kêş esrarkêş, xaşxaşî tilyakfiroş esrarfiroş tim her wisa, daîmî tima/timakar bexîl, çiriz, çikûs *“merivê tima, malê xwe naxwe” timahî/timakarî bexîlî, çirizî, çikûsî *“timahî, tim kêmahî ye” tinaze qerf, terane -tinaze pê kirin terane pê kirin, qerf lê kirin, henekê xwe pê kirin tinazwer qerfok, henekbaz tingîn/ditinge/bitinge ringîn, ringering kirin tingînî dengê ringeringê tiptenê bi serê xwe û kesek ne li hindê -tir [I] paşgireke ku di hevalnavan de payeya hevrûkirinê diyar dike; mînak: mezin+tir tir [II] bayekê bidengê ku ji tilora giyaneweran dertê *“çû ber tira golikan” -tir kirin 1. bayê bi deng ber çûn 2. feşilîn *“derpiyê min li xwe ke, lê tê de tir û fisan meke” tirad [I] 1. pêşbirk 2. merc tirad [II] pergîhatina du aliyên gogbaz tiraf ariya ku hîna agir tê de heye tirampe teqes û tûqes, pevguherandin tirampe kirin teqes û tûqes kirin, bi hev guherandin tiran tasika avê ya mîsîn tirb 1. gor, mezel 2. ziyaret tirbistan goristan tirec pêlekan tirek 1. kesê ku deng li ber qûnê dikeve 2. bêkêr

  • “tirek û du tir, li

cem tirekan weke hev 417 tirek 418 tirimbêl in” tirimbêl erebe, seyare tirî cureyekî mêweyan e

  • “heke mirov ji rezekî tiriyek

xwaribe, nabe ku mirov pişta xwe bidê” -tirîn paşgireke ku di hevalnavan de payeya berztirîn diyar dike; mînak:xweş+tirîn=herî/ tewrî xweş tirîş sedem, bone tirs xof, saw, sehm *“diya dizan du tiran dike, yekê ji kêfan yekê ji tirsan” tirsandin/ditirsîne/bitirsîne 1. sehm lê firandin 2. diran jê re çirikandin tirsîn/ditirse/bitirse 1. jê saw girtin, jê sehm girtin 2. newêrîn *“kerê mirî, ji gur natirse” tirsnak bixetere, bitalûke tirsonek 1. newêrek 2. bizdonek *“dilê tirsonek, sînga gewr nabîne” tirş 1. şor, tahmşor 2. helîseya bacanên sor

  • “kesek nabêjê: ‘dewê

min tirş e’ ” tirş bûn 1. şor bûn 2. (hevîr) xirab bûn û nehatin pehtin 3. (mast) ji bo kiyanê çêtir bûn tirşî şorî tirşik xurekê ku ji sewzeyên curecureyî tê çêkirin tirşîn xwarina ku ji sewzeyên şoravkirî pêk tê tirş kirin şor kirin tirtire geltegan, şelegan tirtûl cureyekî kurmikan e -tirtûl ketin ber/tirtûlê kulê pê girtin ji bo xwarinekê can avêtin, kumişîn ser û pirteve kirin tirnefesî (ji ber bêhna tir û fisan) neksçikîn tirnefesî bûn (ji ber bêhna tir û fisan) neks çikîn û bêhnteng bûn tirnefesî kirin (ji ber bêhna tir û fisan) neks lê çikandin tirxes kesê ku wekî xesandiyan nikare tûşî jina xwe bibe tirxesî bûn (di têkilîdanîna zayendî de) nivîşkan bûn tisî 1. xalî 2. bêîlawe tişt heyber *“tiştê ku çû, mede dû” tiştîr bizina dusale ya beravis tiştonek pirsa biraz titqal 1. qalik 2. qalikên qat bi qat ser hev -titqal girtin li serê tebeqeyeke ji qalikan çêbûn titqaltitqalî tiştê ku qat bi qat qalik girtiye titûn cureyekî çêreya ku ji pelên wê baçik tên çêki419 tîlik rin tivir cureyekî hêşinahiyê ye û nepijî tê xwarin tivanc jan û êşa ku endamê zedegirtî diqurêfe; tezî -êş û tivanc kişandin qolinc ketin endamekî û ew der quraftin tivancî jandan û êşîn endamê zedegirtî tivil 1. qaşil 2. kirasê maran tiving tifing tivîlk cureyekî kevokan e tiwanî 1. hêz û qudûm 2. şiyan û kanîn tiwanîn/ditwane/bitwane karîn, şiyan tixa di dab û nêrîtên filehan de lawikê negihiştî tixavk qalikê ku li ser şîrê kelandî digire tixis kok û qelew tixûb 1. kevir, qûç an jî nîşaneya ku du cihan ji hev cihê dike 2. hidûd, sîtar *“ji dijminahiyê re tixûb tuneye” -tixûbê xwe zanîn 1. persenga devê xwe zanîn 2. şûna piyê xwe nas kirin tiyan siniya firinê tiyen qeware/qebare tiz vîz tiz kirin vîz kirin tizbî şirdana 33 an jî 99 moriyên ku pê zikr û tesbîhat tên kişandin

  • “tizbî, bê serkêş nabe”

tizik tilor, tabût, qûn tizrûg zirî tî [I] birayê mêrê jinê tî [II] 1. kesê ku bêav maye 2. kese ku av lê lazim e *“ew dikare mirovî tî bibe ser avê, cardin tî bîne” tî bûn 1. bêav man 2. av lê lazim bûn tîj dengê zîz tîjmar kurm tîk tiştê ku vît disekine, çikilandî -tîk sekinîn çik li piyan sekinîn tîkayî rewşa tiştê ku dirêjayî hatiye çikilandin tîk bûn vît bûn tîke 1. parçe 2. nermegoştê parçekirî tîke kirin 1. parçe kirin 2. kîte kirin tîk kirin vît kirin tîl 1. cihê ku qeşa girtiye û şimşat e 2. cihê ku mirov xwe lê dişiqitîne -xwe tîlê xistin xwe li ser qeşayê şiqitandin tîla bez -tîlayên çavan di aliyê derveyê çavan de bezê ku reşik di navendê de bi cih bûye tîlik 1. kevirê meht ê biçûk 2. kevirê tixûbî 420 tîlolik tîlolik cureyekî şîraniya ku ji şîr, şekir û ardê birincî tê çêkirin; şîrşêrk tîmanc pirtiyê ku pê cihê qulbûyî tê pînekirin tîmar 1. tedawî 2. lênêrîn 3. (hesp) paqijî 4. perwerde tîmar bûn 1. tedawî bûn 2. perwerde bûn tîmar kirin 1. tedawî kirin 2. perwerde kirin tîn 1. germahî, sênc, heraret 2. dûkel, kel tînbir dermanê ku herareta cendêk dadixe asteke asayî tîn dan 1. germahî dan, sincirîn 2. kelîn, dûkel bi ser ketin tînpîv amûra ku rêjeya germa heyî dipîve tîp [I] herf tîp [II] desteyeke leşkeran, desteyeke siwaran tîp [III] 1. di hêzên bejayî de desteya ku ji du hengên pêwist pêk tê 2. di hêzên hewayî de desteyeke ji balafir û navgînên destekar pêk tê tîprêz kesê ku nivîsekê derbasî kombersê dike tîprêzî karê tomarkirina nivîsan di kombersê de tîq dengê kenê tîtetîq/tîqînî hîrehîr -tîqînî pê ketin ji nişkê ve bi awazeke bilind kenîn Tîr [I] gerestêrkek e tîr [II] 1. kesîf 2. nezelal 3. rengê girtî *“tîr çêkim dan diçe, rehn çêkim nan diçe” tîr [III] çeka berê ya ku bi kevanê dihate avêtin -tîr ji kevanê filitî/pekiya tiştê ku qewimî êdî jêveger ne pêkan e -tîr lê rabûn tivancî û qolincî bûyîn tîravêj/tîrkêş kesê ku bi kevanê tîran diavêje tîre 1. hoz 2. tax tîredar kesê ku ji binemaleyeke nas e; xwedanhoz tîremar marê biçûk, têjikê marî tîrendaz kesê ku meşqa tîrkêşiyê dîtiye tîrendazî perwerdeya li ser tîrkêşiyê tîrêj baqek şewla ku ji kana şewlê derdikeve û li her aliyî belav dibe tîrêjke şemala ji nişkê ve tîrêjpîv amûra ku tewsa şewla heyî dipîve tîrik kerdenek, kirdan tîrk derziya saetê tîrke derziya alavên pîvandinê tîr kirin 1. (reng) girtî û tarî kirin 2. (tiştê rehn) hindekî hişk kirin Tîrmeh meha heftemîn a 421 tombiz salnameya zayînî tîş qelş -tîş lê ketin derizîn -tîş û qertîş pê ketin qelişîn û qalik dan tîştîşî qelşqelşî tîtik 1. pêlîstok 2. amanên avê yên biçûk 3. elbik tîz [I] terane, tinaze -tîz pê kirin tinaze pê kirin tîz [II] naziyên ji bo fizirîna ji karekî -xwe dan tîzan ji peywirê fizirîn *“xwe bidî tîzan nedî tîzan, tu dê bidî heqê gêzan” tîz [III] refesa sewalên çarpê -tîz dan xwe refes avêtin tîz [IV] lezgîn tîzik refes, lotik tîzî lezgînî to tixafka li ser mastî tobe poşmaniya ji tawan û gunehan tobe kirin ji ber xeletiyên berê ve poşman bûn û ji wan vegerîn tof birek mirov/tişt; kome tofan 1. barana pir giran 2. karesata xwezayî ya ku ji ber barana gur pêk tê tog bêheya tohmet 1. qebahet 2. tawanbarkirina kesekî ji ber sûcekî ku nekirî ve tol [I] 1. bêheya 2. qûnek, qûndiryayî tol [II] bersivdana sitemê û parastina mafê rewa; evez, întiqam -tol hilanîn evez standin, întiqam jê standin tol [III] nijad, pişt û zuriyet tola şîraniyeke ku ji penîr û gezoyê tê çêkirin tolajo kesê ku întiqama xwe hildigire tolaz sersar û doxînsist toleke cureyekî gulan e tolgîn cureyekî gulan e tolhildan 1. întiqam 2. heyfhilanîn *“çûye tolhildanê, li seyda hestiyan digere” tolhildêr ewezstandî tolik [I] cureyekî gulan e tolik [II] porê ku bi ser eniyê ve xwar dibe; tûncik toloz malêz, xilt, gildîn tomar qeyda nivîsar û wêneyan tomargeh cihê taybet ê ji bo qeydkirina deng, reng û nivîsan -tomar kirin nivîs qeyd kirin tomav avik an jî tovê nêrzatiyê tomerî giş li ser hev û bi komasî tombiz 1. çekeke cengê 422 top ya kevn e; gurzê hesinî 2. qelew *“hat ji der de, tombiz di ber de” top çekeke leşkerî ya mezin û giran e topal kulek topalî kulekî topavêj navgîneke leşkerî ya ku guleyên mezin diavêje topebaran cihek dan ber topan topebaran kirin top lê girêdan toq qeyda stûyî *“ji şeytên zanetir, toq û nalet di stûyan de ye” -toqa şeytên ketin stûyê yekî engirîn û cardin venegerîn rastiyê toqandin/ditoqîne/bitoqîne 1. gef û gur li dorê firandin 2. tirs û saw xistin dilan toqe 1. avzûma hesinî ya ku her du aliyên kemberê digihîne hev 2. alava ku jin li porê xwe dixin da ku ji hev belav nebe toqîn/ditoqe/bitoqe 1. ji tirsan bizdîn 2. qutifîn tor [I] 1. nûgihayî 2. xav tor [II] tayên raçandî yên ji bo masîgiriyê; şebeke

  • “her car kewa gozel nakeve

torê” -tora agahiyan şebekeya mehlûmatan -tora masiyan şebekeya masiyan -tora sîxûran şebekeya casûsan -tor avêtin (ji bo masîgirtinê) şebeke avêtin nava avê -tor û tey tim û tim tor [III] janên beriya bûyîna zarokî torandin/ditorîne/bitorîne xeyidandin toranî kesê ku ji xebatê aciz dibe û selemtî-selemtî digere toraq adaneke şîr e û ji dewê kelandî tê bidestxistin

  • “toraqa îro, ji

dewê sibehê çêtir e” -toraqa yekî danîn ser nanê wî 1. para yekî dayîn û ji şirîkatiyê derxistin 2. xeyidandin û şandin torbe telîs tore [I] sil, bihêrs -tore bûn sil bûn, bihêrs bûn tore 1. huner û rewişt 2. wêje û tîtal -toreyên giştî dab û nêrîtên civakê yên ku rayîşa danûstandinê diyar dikin torevan şarezayê helbest, çîrok, pexşan û hwd; wêjenas 423 tû torgî doxîna şalwaran torim têjika hêştirê, kudik torin 1. ader, esîlza 2. kaw û kibar torinî 1. aderî, esîlzatî 2. kawî û kibarî torîk keftar torîn/ditore/bitore xeyidîn, su hatin torm têjika hêştirê tortore qure û olintî toşbî endamekî ku aviyeke zeliqokî davêje derve û ji şaneyên çêrmî pêk tê total bûn gindirîn tot bûn total bûn *“hêk li ser sêrî nasekine û tot dibe” totik/toto [I] (di zimanê zarokan de) xwarin totik [II] aqil totikvala kêmaqil, serkundir

  • “bike kalan bixwe

malan, tu dê çi bikî bi xortên totikvala” totirne 1. tîtal, telhîn û dirêj 2. bi dest û pê tov 1. avika ku giyaneweran çêdike; tomav, menî 2. kakilê ku çêre û dar jê çêdibin; navnêrî *“tovê xweziyan, şîn nabe” -tov reşandin bizre/toxim reşandin toz parçeyên pir biçûk tozî parçe, bir tozî kirin birbirî kirin tozik daşik, caş tu [II] (r) cînavka yekjimar a ji bo kesê duyemîn tu [II] 1. hîç 2. qe, qet

  • “aşvan tu car nabe poşman”

tund 1. zexm 2. sext 3. pêkutî tundî 1. zexmî 2. sextî 3. pêkutî tundraw 1. alîgirê rêmanên toqandinê 2. serveçûyî tune 1. netêw, nîn 2. net, sifir tune bûn 1. netêw bûn, ji holê rabûn 2. net bûn tune kirin 1. ji holê rakirin 2. net kirin tunetî 1. nebûn 2. xizanî

  • “tunetî, nîrê hesinî ye”

turindî cin turt hişk, sext tut lîstikvanê ku ji lîstikê hatiye avêtin tut bûn ji lîstikê hatin avêtin tut kirin ji lîstikê avêtin tuvandin/dituvîne/bituvîne betal kirin tuvanîn/dituvane/bituvane betal bûn tuwanc gotina sergirtî tuxt mengiraniyeke ku bi qasî 325 gramî ye tuxyan harî û isyankarî tû [I] 1. cureyekî daran e 2. mêweyên vê darê

  • “dar bitû ye, lê xwedî

424 tû tûle ye?” tû [II] tûk -tûyî devê hev kirin bi yekdevî axaftin û heman tişt dubare kirin tûfirengî mêweyek e tûj 1. neko, xarkirî 2. tehl tûjandin/ditûjîne/bitûjîne der heqê yekî de lêpirsîn dan destpêkirin tûj bûn 1. amadeyî qutkirinê bûn, zot bûn 2. tehl bûn *“şûrê kê tûj be, dinyayê ew dixwe” tûj kirin 1. xar kirin, amadeyî qutkirinê kirin 2. tehl kirin tûk [I] şilahiya ku ji qirika merivî derdive, tif -tûk kirin şilahiya di qirikê de avêtin derve -tûka xwe/xweziya xwe daqurtandin ji gotina xwe poşman bûn tûk [II] cureyekî çivîkan e tûk [III] pirç, pûrt tûkme berk, metîn, xurt tûl [I] 1. şefaf û tenik 2. pirtiyê tenik û şefaf tûl [I] vehundirîn, veciniqîn -tûl dan veciniqîn, vehundirîn -tul dan ser xwe baz dan ser xwe, vehundirîn ser xwe tûle têjikên seg û guran

  • “bextê çil rojên çileyî,

tajiyê tûleyî û hespê quleyî tuneye” tûlemar cureyekî marên girs e tûlik 1. (ji bo tiştên lûlekî û devteng) teng 2. tûle tûlincî rûniştin wekî kûçikan rûniştin tûm 1. baq 2. kêrt tûman [I] qerfok tûman [II] 1. şalwar 2. nîvê dêreyê jinan ê ji navikê berjêrtir e tûmik 1. baqekî biçûk 2. girik tûmtûmî baqek li vir û baqek li dera han tûnc cureyekî madenan e tûncik porê li eniyê tûng lûleya ji kaxetîta qalind tûqesp tûyên reş tûr 1. kîs, derdan 2.heban 3. çembera dorê *“tûrê parsekan, tu carî tijî nabe” -tûra stûyî katara stûyî tûrqul derewîn tûrqulî derewînî tûre navê giştî yê rehçikên spî yên ku hişyariyên sehek û hereketan ji mejiyî dişînin endamên din -sazûmana tûreyê di cendêk de pergala tûreyan tûrenasî beşa pisporiyê ya ku li ser tûreyê lêkolî425 tûzik nan dike tûrik kîsê biçûk tûş 1. dûş, îstiqamet 2. alî -tûşî hev bûn 1. pergî hev hatin 2. li hev xistin 3. bi hev re têkiliya zayendî danîn -tûşî hev kirin 1. pergî hev anîn 2. berdan hev 3. (da ku bi hev re têkiliya zayendî daynin) derfet amade kirin tût [I] kund tût [II] dengê tûtika erebeyan tût [III] uryan, repal -tût û rût 1. repal û tazî 2. destevala û bêçek 3. bêmal û deyndar 4. bêçêre û bêdar 5. vikvala û bêeşya -tût û rût bûn repal û tazî bûn -tût û rût kirin repal û tazî kirin tûtak tûtî tûtevîn cureyekî çivîkan e tûtik [I] fîq tûtik [II] lawikê viringî; kûto tûtî çivîkeke ku axaftina mirovan dubare dike tûtya [I] şîrê çivîkan; ango tiştê nedîtî û nebînayî tûtya [II] madenê çingoyê tûx [I] kirdan, kerdenek tûx [II] qalik û qertîşa li ser tiştên sirûştî; titqal tûxavk tixavk tûzik [I] cureyekî daran e tûzik [II] cureyekî çêreyê ye û tereter tê xwarin